Li Amedê Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 40’emîn de dewam kir. Girse li Kolana Lîseyê kom bû û nobeta xwe wek her roj bi coş domandin. Parlementer û rêveberên HDP'ê, pêkhateyên HDP'ê, Partiyên Îtîfaka Kurdistanî, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, dayikên laçik spî û bi sedan welatî beşdar bûn.
Dayikên Aşitiyê yên Êlihê bi pankarta "Dest nede vîna min" û bi dirûşma "Bijî berxwedana dayikan" meşiyan cihê çalakiyê û piştevaniya nobetê kirin. Girseyê jî bi dirûşm, tilîlî û çepikan dayik pêşwazî kirin. Girse piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyanî da çapemeniyê.
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Uyanik Alokmen ewilî axivî û bal kişand dadgehkirina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku wê sibê (îro) pêk bê û got biryara girtina her du hevserokên wan ên berê wek dewama darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê ye.
Li Wanê nobeta demokrasiyê
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk beşdarî Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê bû û bal kişand ser krîz û kaosê û got, "Eger em firsendan rast bi kar bînin wê tine bibin."
Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Mensur Işik, Berdan Ozturk, Nûran Îmîr, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên Wanê yên ku dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin, Bedia Ozgokçe û Mustafa Avci, Hevserokên navçeyan, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî nobeta demokrasiyê ya li ber Avahiya HDP'ê ya Navçeya Îpekyoluyê bûn.
Komê di çalakiyê de pankarta "Ne îradeya qeyûm, îradeya gel" hilgirtin.
Nobeta Demokrasiyê li Dêrikê domiya
Li hemberî desteserkirina şaredariyên HDPê yên Amed, Wan û Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê ya ku li Mêrdînê hatibû destpêkirin li Dêrikê domiya.
Di çalakiyê de Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî axivî û got; HDP dikare li ser vê axê aştiyê ava bike. Em van qeyyûman jî red dikin û em ê heta dawiyê li hemberî wan têbikoşin.”