Agus ku ji ber îşkence, tacîz û tecawiza li Girtîgeha Pozantiyê ronî kir û hate girtin, li girtîgehê jî nûçeyên binpêkirina mafan kir nûçe. Aguş, pêkanînên li girtîgehê kir nûçe û bi rêya nameyekê ji buroya DÎHA'yê ya Edeneyê re şand. Aguş, di nameyê de anî ziman ku çalakiya girevê ya girtiyên ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'e Abdulla Ocalan şermezar bikin dest pê kiribû berdewam dike.
Aguş di nameyêde wiha nivîsand. Girtiyên siyasî yên ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxwazên xwe yên aştî û muzakereyan bînin ziman û ji bo dawî li operasyonên siyasî û leşkerî bên ku dest bi greva birçîbûnê kiribûn çalakiya xwe ya girevê berdewam dikin. Girtiyên li Girtîgeha Karataşê Şukran Aydin, Sevcan Atak, Leyla Çelîk, Eylem Etlî û Gamze Erol di 6'ê Adarê de dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn didomînin. Dîsa diyar kirine ku dê di navbera 19-25'ê Adarê de dernekevin hevdîtinê. "
Aguş, di berdewama nameyê de anî ziman ku li Girtîgehê Jinan a Karataşê bi hinceta 'Sûc e' cilên neteweyî yên malbat ji girtiyan re dişîne desteser dike û nadin girtiyan û wiha dawî li nameyê anî: "Dîsa hirbî, laçik û şalên ku jin davên dora situyên xwe bi hinceta 'hêyama sûc e" tên desteserkirin. Disa pirtûkên ji girtiyan re tên şandin, ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tên desteserkirin. 0Pêkanînên li dijî girtiyan demek diêj e diome." 

EDENE