Wexta ez zarok bûm li gundê me şewba mirîşkan hebû. Sala şewba mirîşkan bihata qira mirîşkan dihat. Îca tê bîra min, bi hatina şewbê hema mirina mirîşkan destpê dikir, yek li vir û yek li wir, ew diketin, diperpitîn, dimirin. Gundiyan mirîşkên sax kom dikirin û dibirin nava bîstanan li wir ji wan re pînek çêdikirin û bi qasî mehekê li wir dihiştin heta şewb bi dawî dibû. Paşê mirîşk dianîn gund.

   

Ev şewba koronayê bi temamî neşibe şewba mirîşkan jî ew anî bîra min. Bi qasî ez dibînim, em der barê vê şewbê de zêde nezan in. Wexta ez dibêjim, “em” mebesta min mirovahiya li pêş çavan xuya dike. Nezanîn me ditirsîne. Hejmara mirovan li dinyayê roj bi roj zêde dibe. Hema mirov dikare bibêje, êdî di vê dinyayê de hilnayê. Ev hejmara zêde bi xwe re pirsgirêkan tîne. Asta zanistê ya gihiştiyê pirr bi hêsanî dikare jimara şêniyan di wezneke maqûl de bihêle. Lê ji ber ku sermayedariya dîn, îman û qewmiyeta wê tineye li karkerê erzan digere, rê li vê vedike û ji bo civakan polîtîka kerîkirin û kedîkirinê dimeşîne. Erê em li xwe mikur tên, me dikin mîna keriyan û me kedî dikin. Ev ne tiştekî xweber e. Encama hesabê sermayeperest û desthilatperestan e.

Mirov kengî bû êsîrê nefsa xwe hingê mirov namîne. Zane nezan her kes şîretan dike ji bo mirov li xwe miqate bin, hay ji xwe hebin. Ji bo çi? Her kes mirinê tahl dibîne û ji mirinê ditirse. Kes naxwaze zû biçe wê bihuşta li bendê! Kes bawer nake ku wê rojekê bimire. Rast e, divê mirov hay ji sihet û tenduristiya xwe hebe. Lê di heman demê de ji vê girîngtir divê mirov hay ji wijdan, exlaq û insaniyeta xwe hebe.

Di van rojan de ku em dikarin êdî bibêjin, rojên bi koronayê, tabloyên ibretwarî xwe li nava çavên me dixin. Tirsa koronayê jî weke tirsa DAIŞ´ê berî biçe deverekê wê deverê dike êsîrê xwe û heta mirov dikare bibêje hewce pê namîne ew biçe wê deverê. Li devera ku tirs, çilekî, dilbijokî, xweperestî û pûlperestî serdest bibe û kesan bike êsîr, hingê em dikarin bibêjin, nexweşî li tevahî şaneyên laş belav bûye. Belkî jî bi gotineke îlahî mirov bibêje, Xwedê çawa qewmên ji rê derketî bi bobelatekê ceza dikir, şewb jî bi heman rengî li ser navê xwezayê me ceza dike.

Ez bi xwe ji koronayê netirsiyam û natirsim, lê ya rastî tabloya çend roj in xuya dike min tirsand û ditirsîne. Mîna dîmenê ew filmên ku mirov dibin zombî, mirov êrişî market û dikanan dikin, bê hed û hesab alavan dikirin. Heta hinekî dinyanedîtî malên ji yên dukanekê zêdetir kirîne mîna yê marketekê dimînê wê digirin û nîşanî xelkê didin. Jixwe di dîrokê de jî ev cinsê mirov di nava civakê de mîna kurmekî ketiye laş û kurmî kiriye. Îca niha ev kurmik têra xwe zêde bûne. Ji vê jî em fêhm dikin û dibînin, dinya îro çiqasî di warê rêzik û pîvanên mirovahiyê de riziyaye û bûye xana sermaye û desthilatperistan.

Bi saya vê şewbê, em mirovahî careke din serwext dibin, pirsgirêkên me yên hevpar hene. Nabe em hinek tiştan paşguh bikin û bêjin me çi jê ye. Belkî di vê çarçoveyê de mirovatî ango kesên di vî gunehî de berpirsiyariya wan heye, piçekî bifikirin û bi ser xwe ve bên. Çi maneya xwe nîne, mirov mîna keriyan zêde bibin. Li şûna şer divê em li xêrê, li şûna tinekirinê li jînê, li şûna zêdexuriyê li berhemdariyê, li şûna tinekirinê li afirêneriyê bifikirin.

Ez bi xwe bawer nakim ku şewba koronayê ewqasî bi tehlûke ye. Lê çavnebarî, kirekira nava dilê mirovên têr nabin, çillekî û xweperestî bi tehlûke ye. Ji lewra ya dawiya mirov bîne ne şewbe, ya qira mirov bîne mirov bi xwe ye. Ji ber van sedeman jî divê em pêşî mejî û canê xwe biparêzin; bibin civakeke bi exlaq û nişmî, paşê em rêzik û pîvanên paqijiyê pêk bînin, em ê karibin vê şewbê bi kêmxisarê li pey xwe bihêlin. Em ji bîr nekin ku berî paqijiya laş paqijiya can û rewanî divê. Belkî jî ya laşê me paqij bike, wê paqijiya me ya ruhî be.

Berê hin mirov diketin çilexaneyê. Li Îtalyayê jî ketibûn karantînayê. Ew jî bi heman maneyê çil rojî îfade dike. Belkî divê mirov xwe çil rojî bixe çilexaneyê û tê de ruh û laşê xwe pak bike.