
Coşkun got ku dema ku mirov li van çalakiyan dinêre malbatên ku sirgunî metropalan hatine kirin li metropolan nikarin bijîn, zarokê wan jî bi du nasnameyan dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: „Zarokên van malbatan li aliyeke dixwazin li gorî jiyana bajar bijîn lê li aliyê din jî trajediyên ku malbatên wan jiyana guhdar dikin. Şexsiyeta wan jî bi vî rengî şekl digire. Sîstem dixwaze van çalakiyan weke ku ev kes eleqeyê dixwazin wisa dikin nîşan bide. Lê ev nêzîkatiyeke şaş e. Kesên ku eleqe bixwazin xwe ji holê ranakin û nakevin nava hewldaneke wisa. Di van kesan de tişta ku tê dîtin civakî bûn e.“
Coşkun diyar kir ku dema ku mirov nameyên wan kesan dinêre nirxandinên mirovî, polîtîk hene û tişta ku herî zêde bala wî dikêşe jî di temeke ewqas biçûk de gihandina vê wateyê ye.
Coşkun da zanîn ku Muslum Dogan hêj diçû lîseyê û wiha berdewam kir: „Meletî bajareke ku asîmîle bûye ye. Dema ku em ciwanên xwe dinêrin ktine bin bandora kapîtalîzmê û hem ji nasnameya Kurdîtiyê hem jî ji ya elewîtiyê dûr ketine. Çalakiya Muslum nîşan dide ku ruhê nifşê çaran li qadeke gelek bergireh belav bûye. Mirov vê yekê bi awayeke zelal dibîne.“
Coşkun di vê çarçoveyê de çalakiya Mustafa Malçok jî nirxand û bal kişand li ser çîroka jiyana wî. Coşkun wiha axivî: „Di dema ku hevalên wî bi xeyalan radizên Mustafa li girtîgehê di nava çar duwaran de bû. Îdeolojiyê nas dike, pirsa em çima li vir dike. bi vî rengî li dijî sîstemê helwesta xwe nîşan dide.“
Coşkun der barê çalakiya Evrîm Demîr de jî wiha got: „Evrîm bi xeyala ku rojeke bibe parêzer tê mezinkirin. Ev yek li herêmê pir tê dîtin. Sedema vê yekê ji ber bêhiqûqiya bi salan e didome ye. Dibistanê diqedîne lê dema ku ji bo ezmûnan amadekariyê dike siyasetê nas dike. 2 jiyan û 2 pêşaroj di nava hev de ye. Evrîm di nameya xwe de dibêje ez hiqûqê bawer nakim bi vî rengî dev ji xeyala parêzertiyê berdide.“ Coşkun destnîşan kir ku rewşa li herêmê bandoreke mezin li ser zarokan dike, zarokên Kurd beriya ku razên êşên ku têne kişandin xeyal dikin, dema ku riyên demokratîk ji holê radibin wê demê serî li çalakiyên bi î rengî didin.
ŞÎLAN OZHAN DÎHA/AMED
Konê sersaxiyê hat vekirin
Evrîm Demîr, di 14’ê Tîrmehê de li Kopa Mûşê bi dirûşma „Ez dixwazim bibim dengê aştiyê“ agir berda bedena xwe. Ji bo Demîr konê sersaxiyê hate vekirin û bi sedan kes konê sersaxiyê ziyaret kir.
Evrîm Demîra 18 salî li Kopa Mûşe di 14’ê Tîrmehê de bi dirûşma „Ez dixwazim bibim dengê aştiyê“ agir berda bedena xwe. Ji bo Demîr li mizgefta Seyîd a taxa Bahçelîevlera Kopê konê sersaxiyê hate vekirin. Parlamenterê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk, hevserokên BDP’a Kopê Mahînur Taş, Rahmî Çelîk, şaredar Ziya Akkaya û bi sedan kes li ber avahiya BDP’ê kom bûn û heya konê sersaxiyê meşiyan.
Hevserokê BDP’a Kopê Rahmî Çelîk axaftinek kir û diyar kir ku Evrîm Demîr çend ciwan be jî çalakiya ku di 14’ê Tîrmehê de pêk anî fikra wê ya azadiya gelê Kurd û vîna xwe ya mezin derxist holê. Çelîk, diyar kir ku di têkoşîna azadiyê de malbat gelek zehmetiyan re rû bi rû maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: „Malbata Demîr di nav têkoşîna azadiyê de gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Îro di şexsê Demîr de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi birtînin. Di rojnivîsa Evrîm Demîr de gelek mijarên girîng hebû. Divê nivîsa Demîr ji hêla gelê tirk û Kurd ve baş bê nirxandin ku bê fêmkirin. Êdî em naxwazin ku ciwanek jiyana xwe ji ber vê şerê qirej dest bide.“
DÎHA/MÛŞ