Operasyona rizgarkirina Mûsilê di rojevê de ye. Ji bo kîjan hêz beşdar bin, gelek nîqaş û nakokî hene. Ji bo di siyaseta Rojhilata Navîn de her kes cihê wê hebe, dixwaze para wê di Mûsilê de hebe. Mûsil wek dilê birîndar ê Rojhilata Navîn e ku ji bo gelek hêzan xwedî girîngiyek zêde ye. Di ayenedeya Mûsilê de şer û nakokiya kûr a Şîe û Suneyan heye ku ji niha ve her du blok, nexşeyên xwe li ser erdê xêz dikin. Di rewşekî ku hêzên Kurdî yek bin û nebin aliyên her du blokan, wê demê ji kûrnekirina şerê di nabera Şîe û Suneyan de jî nabin amûrek. Lê belê wer xuya dike ku hinek aliyên Kurd jî pişta xwe didin dewletan û bi awayekî di nava blokên şerê mezhebî de cih digirin. Wê rê li ber çi karesatê veke, xuyaye, ji bo wê behsa wê nakim. Mijara dixwazim balê bikşînim ser îmzekirina peymana di navbera PDK û DYA di roja 12’ê Tîrmehê de ye. Di serî de Amerîka û PDK serî li rêbazên gelekî ne qanûnî û derveyî yasayên Herêma Kurdistanê didin. Amerîka çima îradeya hikûmet û parlamentoyekî ji nedîtî ve tê û tenê bi partiyekî re li ser çarenûsa herî girîng a vî welatî protokolê îmze dike. Amerîka çima dixwaze bi PDK’ê re li ser pêşmergeyan lihev bike, yan jî bi gotinek din pêşmergeyan bi pere bikire? Di esasê vê lihevkirinê de hinek tişt hene ku divê mirov behs bike. Di serî de Amerîka û Iraq li ser vê yekê ku destûr nedin Tirkiye beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe, lihevkirine. Jixwe haya Iraqê ji vê lihevkirinê heye, lê ya partiyên siyasî yên din li Başûrê Kurdistanê ne û şirîkê hikûmetê ne ji mijarê nîne. Amerîka dixwaze hemû behaneyên PDK’ê yên ku Tirkiyê jî pêwîste tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe, ji holê rake. Lê kê dizane, dibe ku PDK û Tirkiyê hesabê vê yekê jî kirine!

Ya herî balkêş di bin navê ku lihevkirinek leşkerî ye, divê veşartî bimîne, bi ti awayî naveroka wê ji raya giştî re bi temamî nehatiye eşkerekirin. Em bi gelek parlamenter û aliyan re axivîn, haya wan ji naveroka lihevkirinê nîne. Tenê her kes dizane ku wê Amerîka nêzî 415 milyon dolar bide hêzên pêşmerge. Herçend Sekreterê hêzên pêşmerge diyar kir ku wê pereyê hatî diyarkirin, ji wezareta darayî re were dayîn, paşê wezareta darayî wan pereyan bide wezareta pêşmerge. Di gotinên sefîrê Amerîka yê li Hewlêrê de jî derket holê ku baweriya wan zêde bi hêzên pêşmerge nîne ku pere bidin sazî û wezaretekî. Tişta ku derdikeve holê ewe ku jixwe di holê de tiştek bi navê wezareta pêşmerge nîne û nemaye. Ji ber ku wezîrê pêşmerge yê Goran, Mistefa Seyîd Qadir e. Bi darbeya PDK’ê ji erka xwe hat darûxistin. Niha PDK’ê wezîrê Hundir ê xwe, Kerîm Sincarî bi wekalet kiriye wezîrê wezareta pêşmergeyan jî. Jixwe ew wezîrê ne rewa jî di wê lihevkirinê de amade bû. Biryarên ji bo şer û peymanên ewqas girîng di serî de di parlamentoyan de tên nîqaşkirin. Lê belê ji ber li vî welatî ji serî heta binî, hemû sazî ji xwe re derveyî qanûnan tevdigerin, gelek peyman di bin maseyan û li ser maseyan tên îmzekirin. Balkêş e ku aliyên din nerazîbûna xwe li hember vê yekê nîşan dan, lê belê dîsa jî gotin, tişt nabe, ma dunya xira nebûye, Amerîka ye dikare her tiştî bike, li gor kêfa dilê xwe ye. Lihevkirin ji asta wezaret û hikûmetê wêdetir, di asta partiyek siyasî ya Başûrê Kurdistanê de bû. Parlamenterekî YNK’ê digot; Amerîka dixwaze pêşmergeyan wek siwariyên Hemîdiyê bikar bîne, bikire, pê şerê xwe bike û paşê dayne aliyekî. Raste! Pêşmergeyên YNK’ê  di vê çarçoveyê de ne, yan na, ne diyar e. Ya din jî Amerîka pereyan radestî wezareta û tiştên wisa nake, çawa operasyon destpêkir, wê ji xwarina pêşmergeyan bigire heta cebilxaneya wan, bixwe ya pêwîst bike. Ev pere yan jî tiştên ji pêşmergeyan re jî tê dayîn, heta ku operasyon bidawî bibe, ye. Yanî Amerîka pêşmergeyên PDK’ê ji bo li gorî stratejiya wê tevlî şer bibe, kirê dike. Pêşmerge wek hêzek Kurdî û serbixwe tevlî nabin, wê di bin kontrola Iraq û Amerîka de bin. Êdî nîqaşên vê yekê di navbera aliyên Kurd li Başûrê wê derbikeve, ez tevlî bibim, tu tevlî bibe û destpêka kirîzek nû ya leşkerî beriya operasyona rizgarkirina Mûsilê...