Her kes zimanê xwe derdixe erș û ezmana, zimanê xwe bi rengdêrên xweșikî û pîrozî vedinivisînin. Bê Kurdan (Yên Ewropa) hemû gel fêrbûn û dewlemenkirina zimanê xwe di ser her tiștî re digirin. Perwerda bi zimanê xwe jî, wek divêtiya hebûna xwe derdixin pêș. Ev tiștekî pirr rast e û divê bi dîlzîzî jî li ser were rawestandin. Tiștê nayê fêmkirin ev e; çima Kurd vê nakin?
Gelo di vî warî de em Kurd hetanî çi radeyî di nava çarçoveya rastiya van hevokan de li zimanê xwe xwedî derdikevin? Yan em di vî warî de jî; wek mêrên feodal ên ku di komale û dema axaftinê de ji bo mafê jinan diaxivin, kêliya çûn mal jî, dibin kotek, zor û zulma ser jinê, ne. Rastî were pirsîn di warê ziman de pirraniya me wiha ye.
Bi giranî di nava me Kurdan de dema axaftin dibe, gelek kes xwe davêjin pêș û bi rikî dibêjin: “Divê em bi Kurdî bipeyivin!” Lê gava ev kesana diçin malên xwe jî, bi zarokên xwe re bi Tirkî dipeyivin, zarokên xwe di cihê dersa Kurdî de dișînin dersa Tirkî, tenê li televizyonên Tirkan dinêrin, gava mirov wan li ber televizyonên Tirkî digire jî, dibêjin; “heval de ziman ziman e!”

Cemîl Çiçek û zimanê Tirkî

Em carê bala xwe bidinê ka Cemîl Çîçek ji bo zimanê Tirkî çi dibêje: C. Çîçek di civîna “Konferensa Zimanê Tirkî ya Navnetewî” de ji bo zimanê Tirkî û xwedî li zimanê xwe derketinê wiha axiviye: “Zimanê Tirkî ji bo gelê Tirk gencineyeke pîroz e… Zimanê Tirkî dil û bîra me ye…. Zimanê me ji bo me xwarineke wek șîrê dayîkê çîl spî û helal e!…”
Rastî were pirsîn camêr ji bo zimanê xwe tiștên rast gotiye. Niha ez ji we xwenêran dipirsim; lê Kurdîya me ya șîrîn çi ye? Emê kengê bi dil û can xwedî lê derkevin? Ma çiyê me yê biyolojîk ji C. Çîçek kêmtir e ku em nikanin xwedî li zimanê xwe derkevin! Ez gelek kesan nas dikim, li welêt Tirkî nedizanîn, hatin Ewropê, niha zarokên wan Kurdî nizanin.
Bala xwe bidinê bi hezaran siyasetmedarên me eger ku di dadgehan de bi Tirkî bipeyivin, dikanin werin berdan jî, lê ew bi Kurdî axaftin. Kurdî bi dagirkeran pejirandin dayînê, wek anor û șeref, wek mafeke xwezayî, wek erkeke bi mirinî be jî dîtin û ji bo ev were pêkanîn jî xwedî lê derdikevin. Çi anor û șerefeke mezin e!
Niha li vir Ewropê her derfetên me hene, çima pirraniya Kurdan li zimanê xwe venagerin? Çima ne zimanê dê û bavê xwe, zimanê dagirkeran layîqê zarokên xwe dibînin? Ma diya dagirkeran ji diya me çêtir e? Ma yekê dê û bavê xwe înkar bike ne heremzade ye? Zimanê xwe li cih hîștin, bi zimanê dagirkeran ve zeliqandin ne îxanet e?

Derew
Kesên xwedanê sûç û tewanan in, ji bo bikanin ku rastiya xwe veșêrin, derewan dikin. Ew kesên di civat û komalgehan de behsa ziman bikin, lê di mala xwe de tersê wê bikin, ew kesana jî derewan dikin. Hetanê kuderê derew?
C. Çîçek di wê konferensê de gotiye; “Tirkî di nava zimanê herî zêde tê axaftin de di rêza pêncemîn de ye. Mirov dikane bi nazikî bibêje ev ne rast e. Lê gava mirov çîroka Behlulê Dana û zewaca kurê wî tîne bîra xwe, divê mirov rasterast bibêje ku ew derewan dike.
Min carê li nava zanyariya înternetê nêrî, dît ku li gor hêjmara șêniyên wî zimanî diaxivin; Tirkî di rêza bîst û bîst û pêncan de ye. Ku mirov wek malbata ziman jî binirxine dîsa li dora rêza bîstemîn dimîne. Wek mînak malbata zimanê êranî (Kurdî farisî, afganî, belocî, osetî) ji malabata Tirkî zêdetir e ku nîvê Tirkmenan bi eslê xwe ve êranî ne.
Wezîrê karê hundir di her dev vekirinê de derewan dike. Serokwezîr jî her wisa. Vê carê jî wezîrê dadê jî derew kir. Qașo wezîrê dadê ye, lê derewa wî ya danê êvarê hê nebûbû êvar derket. Bi gotineke kurt, devê kîjan AKP´eyî vedibe, derewan dike. Gelo va AKP tê weteya “Avtingî Kotankirina Palavrayan?”
Em derewê wan bidin aliyekî, emê kengê ne bi gotin û bangașiyan, bi dil û can li zimanê xwe xwedî derkevin. Bi taybetî jî Kurdên li Ewropayê di vî warî de dilê mirovan diêșînin. Tirk zarokên xwe hînê Almanî, Îngîlîzî û Fransî dikin, lê Kurdê me yê Ewropê zarokê xwe hînê Tirkî dikin. Tiștê nayê fêmkirin ev e. Çima di nava civatê de devê hin Kurdan behsa Kurdî jî bike, dilê wan bi Tirkî lêdide?