Gava ku şewba vîrusa korona ya nû li dinyayê belav bû yek ji tevdîrên pêşî behsa wan hat kirin, 2 metreyan ji hev dûrsekinîn, birêkûpêk şûştina destan û destnedana rûyî bû. Lê ya dawî ya herî zehmet e; gava bêhvila mirov dixwere yan jî mûyek ketibe çavê mirovî, de îcar were û destê xwe nede rûyê xwe. Lê çima em wisa hîs dikin ku em neçarin bêhvila xwe bixwerînin?
Li gorî lêkolîneke li ser xwendekarên tibê yên ku wê bibin pisporên nexweşiyên vegir, van xwendekaran di nava saetekê de gava ku li rêyên pêşîgirtina li vegirtina nexweşiyan dihisand, 23 caran destê xwe daye rûyê xwe.
Psîkolog Kevin Chapman dibêje, ev yek ji xuyên herî hevpar ên mirovan in. Ev ne tenê xuyekî ji ber destdana porê yan jî paqijiyê ye, li gorî Chapman em pê misoger dikin ku rûyê me ji yên din re xuya be.
Li aliyê din destdana rû ji bo gelek mirovan xuyekî xirab lê, ji bo yên noyrotîsîymeke zêde bi wan re heye, yan jî bi stress in, rewş xirabtir e. Mesela wan ew e ku tevger û miameleyên bi bedenê re yên xwe tekrar dikinê nîşan bidin; yên weke keritandina neynûkan, kişandina porê û wekî din.
Meseleyeke din heye gava mirov difikirin divê ew destê xwe nedin rûyê xwe, dibe ku bêhtir destê xwe bidin rûyê xwe. Axir mala xwedê ava gava mirov destê xwe bi rêkûpêk bişo xwe ji vegirtina nexweşiyên vegir bi destdana rû dikare biparêze. NAVENDA NÛÇEYAN