Ez çûme şev, pîrozbahî û komaleyên gelek gelan. Hemû gel dema mirov di deriyê komaleyên wan re dikeve hundir, li dor mirovan kom dibin, dixwezin bizanin ka kî ye, çima hatiye? Çi dixwaze? Di dewet û şahiyên wan de parêzvan û dergevan hene, yên der û dor kontrol dikin hene. Her kesî nagirin nav xwe. Heta gelên ewropî bê vexwendname, kesî nagirin hundir, lê ji ber guhfirehtiya me ew tedbîrên sivik hîç bala me nakişîne.
Komale û saziyên me wekî dergahên dewrêşan e. Derî ji herkesî re vekiriye, bes were! Kî dikeve hundir, kî derdikeve, haya kesî ji kesî tune. Mîna ku hemû dunya dost û parêzvanên me bin! Gasikên destên dijmin tên saziyên me, bi çar gotinê xweş xwe bi me didin bawerkirin û dema firsend jî dît, li me didin. Mînaka Parîsê li ber çavan e. Rast çima ev guhfirehtî? Ma em bi çiyê xwe bawer in?
Şev û pîrozbahiyên me dibin, rast e, di destpêkê de em kontrol dikin, lê dema nîvê şahiyê derbas bû, kontrol û her tişt radibe, her kes serbest dikeve nav me û derdikeve. Mînak Mîhrîcana li Frankfurtê, ji nîvê çalakiyê pêve her kes serbest derketin der û hatin hundir. Çima ev bê tedbîrî, ma dijmin radizê? Ma dijmin ne bêbext û xwînxwar e? Dema di rewşeke wiha de felaketekê di ser me de were, kê tewanbar e? Dijmin yan em? Kî dikane vê berpirsiyariyê werbigire? Ji bo çi ev guhfirehtî?
Yê me dikuje, dide kuştin kî ye? Ne dagirker, gasik û hêzên dagirkeran e? Ma em dikanin ewlehiya xwe, ya civaka xwe, ya xwepêşandanan li ser bextê hêzên qaşo ewlekariyê bihêlin? Ma di mîtînga HDP ya Amedê de wan xwînxwaran dikanîbû bê hêzên qaşo ewlehiyê ew bombana di nava wê mîtîngê de biteqandana? Çima me jî bi destê kesên xwe yê ji bo ewlehiyê hatibûn berpirsiyarkirin her der kontrol nekir? Ma ewqes bi xwe ewletî ji ku tê? Ji guhfiretiya me?
Em şahiyên dewetan li dardixin, bi sedan kes tên wan şahiyên dewetan. Kî ji ewlehiya wan berpirsiyar e? Ne xwediyê dewetê? Ma mirov tenê agahî bide hêzên ewlehiyê dibe? Ma mirov çawa bi wan bawer dike ku? Baş tê zanîn ku li Tirkiyê û Kurdistanê hêzên ewlehiya tirk tim bi xwînxwaran re dixebitin. Em agahi didin wan, ew jî agahî didin xwînxwaran û encam wekî Dîlokê! Dil û kezeb li hemû kurdistaniyan diperitîne. Li vir Ewropayê jî wisa ye. Dost, dijmin her kes dikanin werin dewetên me. Ne kontrol heye, ne ewlehî, ne jî kes dipirse! Çima? Çima xwişk û birano? Di rewşên wiha de dema felaketek di ser me de were, berpirsiyar kî ye? Em dizanin; dewetekê li ser me bi dehhezaran mal dibe.Yanê em di wê pîrozbahiyê de hezar panot jî ji bo ewlehiyê bidin, bi wê pereyî çend kesan li pêş û derdora cihê ewlehiyê derxin nobetê wê axir dewr be?
Divê ji îro pê ve, dema çar kes jî hatin ba hev, yek berpirsiyariya ewlehiyê werbigire, çavdêriyê bike. Bi taybetî jî li Kurdistanê tedbîrên ewlehîyê jiyanî ye. Dewleta dagirker, her der bi serserî sangole û tûleyen xwînxwar dagirtiye. Bala xwe bidinê xwînxwarê gasikê destê xwînxwaran “Allah û Eber!” dibêjin êriş dikin û xwîna me kurdan dirijînin. Sergerdeyên wan RTE jî li pey her xwînrijandinê, mîna ku ji qûlên xwe re bibêje; „metirsin, hetanî ku kurd werin kuştin, wê kes nikanibe dengê ezanê nebire! Dibêje: „Ezanlar susmayacak!“ Bi gotineke kurt ew aşîkar dibêje ku ev tev de bi fermana min pêk tê. Fermandêr ew e. Divê em vê firsendê nedin wan.