Êrişên întîharwarî yên rojên dawiyê bi destê 120 çeteyên DAIŞ´ê ku ji bo şerê bajaran hatibûn perwedekirin, li Kerkûkê bi kuştin, rev û dîlgirtina wan bi dawî bû. Pêşmerge, gerîla û xelkê bajarê Kerkûkê di demeke kin de careke din cihên çeteyan bi dest xistî, kontrol kirin. Vê êriş û bûyer, divê weke her êrişeke berê ya çeteyan neye dîtin. Analîzeke rast û objektîf li ser belgeyên bidestketî piştî şikandina êrişê dikare rênîşandêr û diyarker be ji bo zêdetir zanîn û serwextbûna li armanca hêzên li pişt vê ku dixwazin bi operasyona Mûsilê û paşê jî li ser xeta Mûsil – Şengal-Kerkukê bi watayeke din li ser tevahiya Başûr û herêmên derdora Başûr ku axa Kurdistanê serdest bibin û ew dagirkeriya aborî, kûltûrî û siyasî ku 25 sal in li ser Başûrê Kursitanê heye, vê carê temam bikin. Hin kes dibêjin, yên êrişa Kerkûkê organîze kirine û birêve birine li gorî îfadeya çeteyekî dîlgirtî ji herêma di bin destê PDK´ê hatine, yên alîkariya wan kirine di nava Kerkûkê de ne.
Dema em li hejmara çeteyan û performansa wan ya şerî binêrin, em dikarin rehet bibêjin ku ev êriş tevahî bi koordîne û bi rengekî întîharwarî, ne ji bo mayîn yan jî ne ji bo armanceke dirêj bûye, lê ji bo zivirandina hemû awirên li ser şerê Mûsulê, ji bo dayîna peyameke bûye “hûn dema dorê li me teng bikin, li cihên din em dikarin bibin tehdîd”. Îşaret pê dikin ku “kesên bi me re hevkariyê dikin hene”. Gelo yên bi wan re hevpar in, kî ne?
Hêzên tevlî operasyona Herêmê dibin, ji aliyekî ve hêzên di herêma Kurdistanê de, bi Tirkiyeyê re nanokî hene, ji aliyê din ve nakokiyên hêzên şîe û sûne hene. Lê di nav van hêzan de mirov hêzekê nabîne ku xwedî zîhniyet û projeyeke demokratîk be û her kêlî û her roj herêm dikare veguhere gola xwînê.
Hêzên dagirkerên Kurdistanê, bi taybetî Tirkiye û heta Îranê jî bi rêya hin koman nakokiyên mezhebî û etnîkî tev didin. Herkes mîna tava rojê bi vê rastiyê dizane ku çeteyên DAIŞ´ê bi dewleta Tirk re ne tenê di nava hevkariyê de ne, lê piştî Cerablûsê li Başîqe û hin deverên din ku pilanên dîrokî li ser wan birêve dibe û di çend salên dawî de bi rêya çeteyên DAIŞ´ê tev dide û siyaseta xwe bi rêya partiyên siyasî û hin caran jî bi rêya hindikahiyên li bajarên Kurdistanê yan jî nêzî bajarên Kurdistanê pêk tîne.
Beriya demekê, pirr bi zanabûn serokê partiyeke Tirkman li Kerkûkê ku xwe kiriye nûnerê Tirkmenan, got "PKK terorîst e, divê ji Başûr derkevê, nehêlin li Kerkûkê be“. Mîna ku zemînê ji bo provokasyonekê amade dike. Ev îşareta xeter a tevdana rewşê di demêkî de ye ku Gerîla li Şengal, Mexmur, Kerkûkê bi roleke aktîv radibe di şerê li dijî DAIŞ´ê û şikandina wê de û heta pirr Tirkmanên ku bi mezhebê xwe şîî, di dema êrişên 2014´an de ji alî Gerîla û gelê Kurd ve hatin paratin, mîna serokê hêzeke serbazî ya bi mezheba şîî ya Tirkman gotî, "Hingê Erdogan li kû derê bû dema DAIŞ´ê li Telafer êrişî me kir".
Ha di vê demê de hin kes bi rêya hin çapemeniyên Başûr bi zanabûn dixwazin Tirkman û Erebên li Kerkûkê bi alîkariya êrişên DAIŞ´ê sûcdar bikin, wan bikişînin nava nakokiyan bi Kurdan re. Ji bo ku hêzên Tirkan zêdetir qaşo bo parastina Tirkmanan bikişînin Kerkûkê. Binali Yildirim, serokwezîrê Tirkan, eşkere got, "Em qebûl nakin PKK li Kerkûkê be". Dewleta Tirk dixwazê mîna Mûsilê bi rêya hin hêzên Kurd beşdariya gerîla di paratina gel de asteng bike û ew bi xwe jî pilanên xwe pêk bîne.
Di serî de divê rêvebiriya Kerkûkê bizane ku Tirkman ji ber ku mezhebên şîî û sunî ne, gelek in ku hem rejîma Baas ew çewisandin û hem jî dewleta Tirk heya bixwaze ew bi kar anîne û bi kar tîne, destûrê nadin ku gel bi xwe biryarê bide ka çi dixwaze. Ev zîhniyetê rêveberiya Kurdan sedema sereke ye di xuliqandina wê valatiyê de ku DAIŞ wê xwe tê de bi cih bike. Eger Kurd xwedî zîhniyetêke demokratik bûna, ne DAIŞ, ne Dewleta Tirk û ne jî ti hêza din, nedikarî nava hin Tirkman û hin Erebên Kerkûkê de alîkarî bi DAIŞ´ê re bikirana, ji ber ku heman zîhniyeta yekrengkirinê ye ku di asta tevahiya Iraqê de dike ku hin sunî bibin zemîn ji bo derketina DAIŞ´ê û destwerdana Tirkiyeyê. Mirov naxwazê hin birînan bikolê, lê ya ku hin Kurd bi Tirkman û Ereban dikin, eger zêdetir nebe, ne kêmî dema rejîma Sedam e.
Di dema şerê DAIŞ´ê de her hêz diwazê xwe ji bo qonaxa bê amade bike, bi taybetî dewleta Tirk ku xwe xwediyê Mûsul û Kerkûk dibînê û armanca xwe jî dagirkerî û firehkirina hegemoniyê ye; lê divê Kurd ne tenê xwe ji vê siyasetê dûr bixin, belê divê xwedî zihniyetêke demokratîk jî bin. Kurd, bi taybetî PDK bi vê zîhniyeta xwe ya antî-demokratîk, li hemberî Başûr û beşên din yên Kurdistanê, wê li Mûsilê çi bikin? Zemîna ku dibe sedema ji nû ve derketina DAIŞ´ê wê heman tişt be, zîhniyeta yekrengkirinê û bikaranîn. Eger di dema êrişên rojên dawî de Tirkmen û Erebên Kerkûkê bi DAIŞê re bûna, ji mêj ve wê dikarî mîna Mûsilê, Kerkûkê dagir bike, eger nikariya dagir bike jî, dikarî Kerkûkê bike cihekî wisa ku jiyan lê biherime. Kurd neçar in ku hem di nava xwe de û hem jî ji bo siberoja Mûsilê xwedî zîhniyeteke demokratîk bin, bi hemaset û qîreqîra dewletbûn û yekrengkirinê tenê dibin bûkikeke teqlîdwarî ya dewletên dagirkerên Kurdistanê.