Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Goran Reûf Osman diyar kir ku divê pirs bikin ka çima 2 salan parlamen hatiye betalkirin û gelo niha aktîfkirina parlamenê ji bo 2 mehan ji bo çi ye. Reûf Osman got, ger PDK dixwaze li herêmê bipêşketin çêbe divê xalên pêşkêşkirî li berçavan bigire û got; “Ev hemû hatin û çûnên YNK’ê ne di berjewendiyê wan de ne.” Reûf Osman di heman demê de serokê Civata Giştî ya Tevgera Goran e jî.

Reûf Osman bal kişand ser şikestina darayî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê, bi bîr xist ku mûçe daketiye çaryekê û wiha peyivî: "Hinek karsaz anîne Herêma Kurdistanê, nexşeya Kurdistan û jêderên xwezayî nîşanî wan dane û wan jî gotiye, dikarin li vê herêmê debara 50 milyon kesî bikin. Ya me jî ger ku em nekarin 5 milyon kesî bidin jiyîn, ev jî diyar dike ku şikestinekî rêveberiyê ya me heye."


Çi ji %48´ê xaka Kurdistanê dibe?

Reûf Osman îşaret bi herêmên Başûrê Kurdistanê yên li ser wan lihevnehtaiye kirin jî bi bîr xist û pirsgirêka referandûmê ji bo van deveran û temamê Kurdistanê wiha îfade kir: "Xaleke din ew e ku me daxwaz kiriye nabe cihên bi Hikûmeta Iraqê re nakok (herêmên ser bi madeya 140) bên paşguhxistin. Li van herêman ji sedî 48´ê xaka Herêma Kurdistanê heye û nêzî milyon û nîv mirovî li wan dimînin. Ev jî tê wateya ger ku em li van herêman referandûmê nekin, bêguman wê ji sedî 48’ê xaka Herêma Kurdistanê ji destê me biçe."

 

‘Dewleta Kurdî mereqa Kurdan hemûyan e’

Reûf Osman got, Kurdan tevahiya sedsalekê her qurbanî dane, û ji bo dewleta Kurdî xwîn ijandine û wiha dewam kir: "Her wiha, dewleta Kurdî ne tenê mereqa Kurdên Iraqê ye. Ev mereqa herçar parçeyan e. Daxwaza hemû Kurdan e. Belê bi vê alîtiya niha, nabe dibin van şert û mercan de ku me nekariye hîmên bingehîn ên dewleta Kurdî çêkin, pêk were. Divê em hîmên bingehîn ên siyasî, aborî û civakî hazir bikin û piştre fikra dewleta Kurdî bikin. Divê bizanin ka ev dewleteke padîşahiyê yan jî demokratîk û sosyalîst e? Kîjan e? Ev wê di destûrê de eşkere bibe."


Serokatiya herêmê di valatiyeke qanûnî de ye

Reûf Osman da zanîn ku wan daxwaz kiriye referandûm bê taloqkirin, ew difikirin ku delweta Kurdî ne ji bo kesekî yan jî malbatekê ye û wiha dewam kir: "Li ser fermana hizbekê parleman betal bûye. Belê, niha ji bo du mehan pir pêwîstî pê tê dîtin? Ev cihê pirsê ye. Em dixwazin referandûm qanûnî pêk bê. Belê, mercê me ew e ku parlamen li ku derê hatiye rawestandin, ji wir destpê bike. Dema parlamento hatî rawestandin, li ser qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê kar dikir. Niha serokatiya herêmê di valatiyeke qanûnî de ye. Divê ev valatiya qanûnî bê çareserkirin."


Me daxwazên xwe gihandin PDK´ê

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Goran Reûf Osman îşaret pê kir ku wan daxwazên xwe gihandine PDK´ê û wiha dewam kir: "Em ji bo ji xelkê Kurd û hemû cîhanê re îspat bikin ku daxwazên me rewa ne û di xizmeta vê qonaxa çêkirina dewleta Kurdî de ne, ji bo wê me ev daxwaz kirine. Ger PDK dixwaze Kurdistanê ber bi pêşve biçe, bê guman divê çavek li van daxwazên me bigerîne. Em danûstandinê bi xebateke siyasî ya bilind dibînin. Ji bo wê em hêvîdar in di oxira berjewendiyên gelê Kurd de, berjewendî û hestiyariya qonaxê de, biraderên PDK’ê guhdarî van daxwazên me bikin, ji ber ku ev daxwazên miletê Kurd hemûyî ne."


‘Em kongreya neteweyî pir baş dibînin’

Li ser xebata Kongreya Neteweyî û diyarkirina stratejiya neteweyî jî Reûf Osman fikra xwe wiha îfade kir: "Em vê kongreya netewî pir baş dibînin. Dikare bibe gavek ku bi mercê dibin desthilata hizban de nebe. Berjewendiyê kes û hemû xelkê Kurdistanê tê de hebe. Ger ev kongre wiha bê lidarxistin, wê di referandûmê û çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê de rolek baş hebe. Her wiha di nêzikkirina aliyan de dikare bibe xwedî rolekê. Ji ber ku berjewendiyên herçar parçeyan bi hev ve ne."


DANA OMER/ROJNEWS/SILÊMANÎ