Li bakurê Kurdistanê li hawîrdora Xoşabê, lêkolînerê Zanîngeha Wanê Mehmet Firat, direxteke heta niha kesî pê nedizanî tesbît kir û ew li pirrengiya biyolojîk a zanistî zêde kir. Ev giyayê hanê ku cureyekî sîrikê ye ku li çiyayan weke pincar çêdibe. Mehmet Firat daye zanîn ku wî navê ‘Allium Hoshabicum’ ê zanistî li vê dirextê kiriye. Ew 7-10 santîmentreyan dirêj dibe. Aromaya wê jî heye û ne pirr zêde ye.Ew her weha dide zanîn ku heta niha wan li fakulteya biyolojiyê 36 dirext keşf kirine û li gencîneya zanistî ya biyolojiyê zêde kirine.
Li vir mirov bi bîr bixe wê di cîh de be, dema mirov giyayekî keşf dike, ya ku herî zêde ji bo navlêkirinê tê bikaranîn ew e ku navê cografyaya berfireh a ev giya lê hatî dîtin, lê were kirin. Ji bo vê mînakê Allium îşaret bi famîlyaya mezin a sîrê dike bi latînî û Hoshabicum jî îşaret bi navê Xoşabê dike, lê di rastiyê de pirr muhtemel e ku li deverên çiyayê yên bakurê Kurdistanê ev giya belav e û diviyabû navê Allium Kurdistanicum lê bihata kirin.
WAN