Parêzerên Ewrûpî piştgirî da berxwedêrên li Strasbourgê û got, “daxwazên kesên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, rewa ne.” Parêzeran ji bo helwêsta CPT´yê jî got, “ne ya fêhmkirinê ye.”

Endamên buroya hiqûqê ya bi navê Progress Lawyers Network, ku li Belçîkayê bi giranî li ser dozên siyasetvanên Kurd û dozên penaberan dixebitin, serdana berxwedêrên li Strasbourgê kir ku ev 131 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne.

Parêzer Joke Callewaert, Ivo Flachet, Thomas Mitevoy, Selma Benkhelifa, Jan Buelens, Olivier Stein, Mieke Van den Broeck, Marie Doutrepont, Hind Riad, Rosalie Daneels, Loica Lambert, Leila Lahssaini, Pauline Delgrange û Robin Bronlet çûn serdana çalakgerên li Strasbourgê.

Tecrîd ne ya qebûlkirinê ye

Parêzeran di dema serdanê de demeke kurt bi hin çalakgeran re axivîn û li ser rewşa wan a tenduristiyê û daxwazên wan agahî wergirtin. Piştre, endamên komîteya amadekar a çalakiyê agahî dan parêzeran. Parêzeran da xuyakirin ku tecrîd ne ya qebûlkirinê ye.

Ji parêzeran Joke Callewaert di dema serdanê de axivî û bal kişand ser hewldanên li Ewrûpayê yên ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna Kurdan. Joke Callewaert her wiha biryara Dadgeha Temyîzê ya Belçîkayê ya meha bihurî bi bîr xist û got, di biryarê de şerê navbera PKK’ê û artêşa Tirk weke şerê di navbera du artêşên çekdar de tê pênasekirin.

Divê CPT daxwazê qebûl bike

Ji parêzeran Selma Benkhelifa jî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê. Benkhelifa ji bo grevên birçîbûnê got, “Bi dîtina me, daxwazên we hemû rewa ne. Çi girtiyekî siyasî be, çi jî mehkûmekî din be, mafê her girtiyî heye ku parêzerên xwe bibîne. Divê CPT vê daxwazê qebûl bike.”

Selma Benkhelifa diyar kir ku tişta ku ew dikarin bikin ew e ku li ser daxwazên greva birçîbûnê nameyê ji rêveberiya CPT re bişînin. Benkhelifa got, helwêsta CPT a ji bo neçûyîna Îmraliyê nayê fêhmkirin û diyar kir, ew ê vê yekê ji CPT´yê re jî bibêjin: “Em ê ji wan re bibêjin, ‘çalakger xwedî daxwazeke mafdar û rewa ne û tevî vê yekê jî hûn hîna tiştekî nakin’.”

 

STRASBOURG