Serkariya Tirk ji roja dewleta Osmaniyan avabûye, ta vê roja me, tim sûç û tewana xwe di paș perdeya hêz û navendên der de (diș-mihrak) veșartiye. Di heman demê de jî, xwe di rola mexduriyetê de nîșan daye. Çawa ku hemû cihan dijminê wan be. Bi van mabestan xebitiye ku ji kujeriyên xwe re bingehekî rewa biafirînin. Daku bikanin dijdengan bifetisînin û polîtîkayên xwe yên qirêj bidomînin.

Di kujeriya ermeniyan de, ji bo vala derxistina mafên wan ên netewî û mirovî, ew wek xinçer û ajanên welatên xiristiyan ên ku dixebitîn ku baweriya îslamiyetê ji holê rakin, nîșandan, li ser vê bingehê gelê Kurd ku wê demê ji daxwazên mafên netewî gelek dûr bûn, negihîștibûn birêkxistiniyeke netewî jî xapandin. Di kujeriyên gelê Aramî-suryanî û rûmên Anatoliyê de jî heman metod bikaranîn.
Di dema jonTirkan û kemalîzmê de jî wêneyeke dijmin ê sosret afirandin û ev di warê perwerdê de jî wek xaleke bingehîn dan rûniștin. Li gor vê du wêneyê dijmin heye, yek yê der û yek jî yê hundirîn e. Yê hundirîn yekser Kurd in.
Di serhildanên Kurdistanê de her çendî dewleta Tirk bi xwe piștgiriya îngîlîz û fransizan girtibû, bi alîkariya wan serhildanên li Kurdistane tekbiribûn jî, wek mînak Șêx Seid mîna ajanê îngîlîzan nîșan dabûn. Her çendî tu belgeyeke vê destnișan dike tune jî, hê jî vê rika xwe ya sexte didomînin.
Her kes dizane ku Tevgera Azadî ji hemû têkiliyên der dûr, li ser bingehekî serbixwe, azad û baweriya bi gelê xwe berz bû û gihîșt vê hêza xwe ya ku xwe bi cihanê daye pejirandin. Lê her çi qas dewleta Tirk piștgiriha tevahiya NATOyê digire, hin pilanên li dij Tevgera Azadî li navendê NATO yê tên plankirin wek mînak Komploya li dij rêberê gelê Kurd, hemû serok wezîrên wan berê diçin li Washingtonê  îcazet digirin jî, dîsa bi çapemeniya xwe ve dixebitin ku rastiyan belovajî nîșanê gel bidin, ku bikane ji bo xiniziyên xwe bingehê rewa biafirînin.
Mînaka herî balkêș jî mijara Geziyê ye, baș tê zanîn ku tevahiya sermaye û banqeyan di bin kontrola wan de ye, bê wan mûyek jî nalive, lê dîsa jî di bin tewanbarkirina „evana gasikên lobiya faîzê ne!“ de xebitîn ku bala gel bi aliyên din ve bikișînin, vê tevgerê reș kin û ji êrișên xwe re zemîneke rewa biafirînin.
Di rastiyê de ew bi xwe vî tiștê dikin, ango tiliya xwe di nav karên her welatî re dikin, wek mînak; mijara Qibrisê, hewldanên darbeyên li Azerbeycane. Tevliheviyên li Yugoslavyayê, Çeçenîstanê, bi tevahî li ser tilî, fîtne û fesadiya wan pêkhat. Ji xwe di mijara Sûrî de jî her tiștî bi așîkarî dike. Ango bi xwe dikin, bixwe mașeyê destê hêzên derve ne, lê vê tewana xwe davêjin ser gelên din.
Di mijara Rojava de jî bi heman azînan nêzîk dibe, bi her awayî dixebite ku vê wek hevkarî û ajantiya pergala Baas nîșan bide ku bikane zemînekê ji bo êrișên xwe, yan jî piștgiriya êrișkaran kirinê, biafirîne.
Tiștê herî xirab jî Kurdên wekî wan hêviya xwe bi derve ve girêdana, baweriya wan bi wan û gelê wan tune, birêkxistiniyên xwe yê demekê hebû, ji hev xistine, bela vela ne jî, rasterast yan jî bi zimî ji bo vê fêlên xwe yên xirab bikartînin.
Baș tê zanîn ku Amêrîkayê berê komplo li dij rêberê gelê Kurd bikaranî, rê li ber hezên bașûr vekir, hê ket Iraqê. Bi alîkariya wan derfetek li bașûr hate afirandin û ev serkariya li bașûr bi wê awayî bû xwediyê desthilatdarî. Ango bi alîkariya hêzên derve. Ev derfet jî ne xirab e, tiștekî baș e, divê mirov ji bo azadiyê her derfetî bikarbîne.
Ji ber têkiliyên bi Tirkiyê re û çar qurișên petrolê, ew angașta dewleta Tirk, yan jî kevneșopiya dewleta Tirk wergirt û bi zimanê wan, çawa ku wan bi rastî jî li bașûr bi șoreșek mezin ew destkeftiyên heyî bi dest xistibin, dixbite ku destkeftiyên li Rojava, li ser xwîna bi hezaran șehîdan hatiye bidestxistin, biçûk bixe. Ev qopya ku ji wê bangașiya Tirkan hatî wergirtin, tucar nayê pejirandin.
Divê mirov vê sextekariya serkarên Tirk, çi rastgir, çi çepgir, çi îslamîst baș têbigihîje û ne bibe amûrek vê dek û dolabên wan û ne jî bibe qopyayek wan.