Ji bo pêşî li belavbûna vîrûsa kujer a li Çînê bê girtin, rayedaran hewldanên xwe zêde kirin. Nêzî 40 milyon kes di karantînayê de ne. Weke tevdîr jî pîrozbahiyên sala nû hatin qedexekirin. Ji ber vîrûsa korona ya di dawiya sala 2019’an de derkete holê heta niha 56 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Şewba bi navê korona di Kanûna 2019’an de li bazareke bajarê Wûhanê der bû ku bajarekî li herêma navîn a Çînê ye. Rayedaran doh eşkere kirin ku 1300 kes bi nexweşiyê ketine û heta niha 56 kes mirine.

Hate ragihandin ku ji bilî Çînê li DYE’yê kesekî duyemîn nexweş ketiye. Li Fransayê jî 3 kes rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî salnameya Çînê, îsal wê Çîn derbasî “Sala mişk” bibe. Ji ber betlaneya sala nû, ger û geşta bi sedan milyon mirovî fikar hene ku nexweşî û vîrûs belav bibe.

Rayedaran diyar kirin ku deverên sembolîk mîna, Bedenê Çînê û gorên Mînglan bi temamî hatine girtin. Her wiha stadyûma ku di sala 2008’an de ji bo Olîmpiyadên Pekînê hate çêkirin heta 30’ê Çileyê hatiye girtin. Li Pekînê veguhêziya ji bo ‘Sîteya Qedexe’ ji roja Pêncşemê ve qedexe ye. Pîrozbahiyên sala nû yên li Parkan jî qedexe ne.

NAVENDA NÛÇEYAN