Li ser gotina endama rêveberiya PDK’ê Çinar Seed nerazîbûn gelekî zêde bûn lê negihiştin wê astê ku kesên wek Çinar Seed careke din newêribin gotinên wisa bikin. Ji ber ku li pişt nêrîna Çinar Seed nêrîna rizyayî ya eşîrtiyê heye. Gotina wê tenê ya wê nîne, hinek wê didin axaftin. Qaşo nirxandinek sosyolojîk dike, bi zanebûn bi vê gotinê bi wî didin kirin ku bibêjin kesek di warê sosyolojiya civakê de şareza ye. Mijar ne ew e ka şareza ye yan na, mijar ew e ku hêzên li pişt wê nêrînê bixwe vê gotinê nabêjin lê belê dixwazin bi rêya kesên qaşo zana û şareza, nêrîna xwe li ser civakê ferz bikin. Di vê mijarê de ne tesaduf e ku di van rojên dawî de di dîrokên nêzî hev de du kesên wek Çinar Seed û Muftiyê Suneyên Iraqê li Hewlêrê gotinên ku DAIŞ’ê rewa dikin, dibêjin. Di serî de gotina wê ku komkujiya Şengalê, destketî bûye, rewakirina komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê nîşan dide. Ya din jî jinek vê gotinê dibêje. Armanca kesên Şengal bi cih hiştin ango partiya ku Çinar Seed nûnertiya wê dike, jixwe planên wan yên komkujiyê hebûn. Ji bo wan a girîng ew nîne ka çiqas mirov hatin kuştin, revandin û ji cih û warên xwe bûn. Ji wan re ne girîng e ka çiqas jin li bazarên Mûsil û Reqayê û heta bazarên welatên Erebî de hatin firotin. Ya girîna ji bo wan armanca wan e ku ji xwe tiştên îro diqewimin, hinekî jî armanca wane. 

Di gotina Çinar Seed de niyet û siyasetê PDK’ê li hember Êzidiyan derkete holê. Çinar sosyologek gelekî ecemî ye, xwe da dest, li ser sûc hat zevtkirin. Wer xuya dike ku di bin vê komkujiyê de gelek planên veşartî hebûne. Armanca esasî qirkirina çandî û fîzîkî ya Êzidiyan bûye. Tenê ji gotinên Seed ve ji we re bêjim ka plan çibûye; Di serî de wê DAIŞ bikeve Şengalê, kesên hatin qetilkirin, jixwe wê qetil bikin, kesên din jî wê werin girtin, bi taybet jin wê werin girtin. Wê van jinan pêşkêşî welatên derve bikin. Hinek jixwe DAIŞ’ê bixwe re birin, yên din jî wê ji welatên derve re bêne şandin. Her çend çûyîna gerîlayên PKK’ê zêdetirî van planan vala derxist. Lê belê hewldan hemû ewe ku jinan li ser wê axa pîroz nehêlin û berê wan bidin welatên derve. Di sosyolojiya Çinar Seed û partiya wê de pêşketin ew e ku mirov berê xwe bide Ewrûpa û ji rastiya wê dûr bikeve. Di sosyolojiya wê de welat, çand û ola kevnar û qedîm nîne. Di sosyolojiyê wê de dîrok ne tişteke û mirov dikare bi hêsanî êşên xwe ji bîr bike, her karesata bi serê mirov tê daqurtîne û bê vîjdan ji xwe re jiyan bike. Çiqasî jî ev sosyolojiya Çinar Seed dişibe ya nijadperestiya Tirk ku digot, Kurdê herî baş Kurdê miriye, digot em ê wer li we Kurdan bikin ku hûn hez bikin bimirin, hûnê xweziya xwe bi mirinê bînin! Çinar Seed jî dibêje başe ku em mirin, başe em qetilkirin, xweziya xwe bi mirinê tîne. Dibêje başe ku em mirin û em hatin vê rojê. Di sosyolojiya Çinarê de mirov xwe piştî her kuştin û qirkirinê nas dike û dibîne. Hişmendiyek wisa tenê xizmeta rewakirina qirkirinê dike. Îja piştî wê qaşo lêborîna xwe xwest û xwest ku sererast bike, vê carê mînaka Helebce û Enfalê da ku Kurd bi cîhanê dane naskirin. Gotinên lêborînê tiştekî ji bo kesî îfade nakin, ya derket holê hişmendiya qirkirinê ya PDK´ê ye ku dixwaze li Kurdistanê bi pêş bixe. Çi dibe bila bibe, di bin navê çi de dibe bila bibe, divê koka vê hişmendiyê li ser vê axê were zuwakirin.