Di çaxên zaroktiya me de, beriya darbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’yê me klam û stranên Kurdî bi dizî guhdar dikir. Ji xwe kasetên Kurdî bi aşkereyî nedihate firotin. Pîrka min Xanê, kitêbên bavê min ên ku bahsa sosyalîzmê û dîroka Kurdan dikir li malê nedihişt. Me kasetên Kurdî jî guhdar dikir û paşê ew vedişartin. Pîrka me ew tev dibirin depoyê kargeheke merivekî me û dixist nava genim, vedişart. Wê çaxê min car caran kasetên Kurdî guhdar dikir û hewldida hinek stranên Kurdî fêr bibim. Helbesta Cegerxwîn ya ku ji hêla Şivan Perwer ve dihate strîn a wek “Sala hezar û heştsed û heftê, şîrîn Lenîn hate dinê” ta ji wê çaxê heta niha di bîra min de maye...Li gundan jî xalên min kasedên Kurdî dixistin nava kayê, vedişartin. Paşê bi pêkhatina darbeya leşkerî ve leşkerên Tirk gundên me gişt serûbinî kirin. Him çek him jî pirtûk û kasedên Kurdî yan jî yên ku bahsa Kurd, Kurdî û Kurdistanê dikin, berhev kirin û li mêrên gundê me êşkence kirin, simbêlên wan rûçikandin, hinek jî avêtin zindanê...
Ew, bedela Kurdbûn, xwedîbûna nasnameya Kurdî bû. Wan çaxan li seranserê Bakurê Kurdistanê piraniya Kurd rastî heman êşkence û zilmê hatin. Serdestên dewletê jixwe gorî xwe hêviya azadiya Kurd û Kurdistanê li 1925’an li Amedê, li 1930’yan li Agirî û li 1938’an li Dêrsimê xistibûn bin axê û li ser jî beton kiribûn ku careke din ew hêvî venejîne...Xeberê Kurdan ji hev tune bû; bê zanîn, bê rêxistin, bê pêşeng, bê çek, bê parastin, bê hêz, bê ziman, bê hêvî û bê siberoj bûn. Him fîzîkî him jî psîkolojîk xelkekî parçe parçe û reveke ji ziman, ji war û ji rastiya Kurdewar... Helbet li beşeke welat belkî hinek welatperweran hewldida bi serê xwe, bi komên biçûk, bi fedekariyeke mezin hinek tiştan bikin û hêviyê biafirînin, lê dengê wan tenê bi çend gundan an jî navçeyan ve bisînor dima û nedigîhişt ti kesên din. Di rewşeke wiha de wexta navê ‘Apociyan’ di nava xelkê de belav bû; kal û pîrên me digotin; “van zarokên dîn hişê xwe xwarine; ma însan çawa li hemberî dewletê bisekine û li dijî wê têbikoşe!..”
Li Bakur li wî betonê ku serdestan li ser hêviya azadiya Kurd û Kurdistanê kirîbûn, fîşenga yekê li sala 1984’an hate teqandin. Beton qelişiya, hêvî vejiya û li seranserê asîmanê welêt belav bû: Ji Bakur heta Başûr, Rojhilat û li Rojava... Salên 1980’yî, 1990’î, 2000’î û heta îro berxwedan û têkoşîna vejîn, hebûn û jiyanê...Niha sala 2014’an e û Kurd êdî xwedî zanîn û bîrdoz in, nêzî hev in, bi rêxistinî, bi pêşeng, bi hêz, bi ziman, bi hêvî û bi baweriya siberojeke azad in!.. Hiş, hîs, hest, dil û hêvî yek e; ji Sine heta Efrînê, ji Dêrsim heta Kerkûkê...Îro rojev parastina netewî, rêxistina netewî, dîplomasiya netewî û rêxistina jiyaneke azad, wekhev, adilane û demokratîk e.Kurd bi jin û mêr ne tenê bo xwe; li hember kevneperestî û zordestiyê, bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe didin û têdikoşin. Nirxên mirovahiyê diparêzin.
Ev e; berxwedana Kobanê him Kurd gişt gihandin hev him jî mirovahiya pakmayî. Tovê 36 sal berê li gundê Fîsê yê Lîcê ya Amedê hate çandin, li seranserê axa welat û di hiş û dilê mirovahiyê de kok berda û îro wek çinareke 36 salî bala xelkên ku hêviya azadiyê dikin, dikişîne ser xwe... 36 sal berê Kurdan stranên xwe bi dizî guhdar dikirin, niha mirovahî destanê qehremaniya Kurdan bi qêrînî dixwîne. Cîhan gişt li hember têkoşîna keç û xortên Kurd li çepikan dide. Hebûn û jiyan hat parastin, deriyê çaxên bindestiyê hate girtin.
Bi bedelekî pirr giran...
Bi girîn, êş, jan, xwîn û can.
Bi dehhezaran cangorî û pakrewanan.
Bi xebat û fedekariya gerîlayan; ya Bêrîvan, Sakine, Şîrîn û Arînan... Bi berxwedana Mazlûm û Agîdan heta keda Rêber Ocalan. Bi Partiya Karkerên Kurdistan...