Kanala ku hemû weşana wê dê Kurdî be, dê giranî bidin programên bawerî, dîrok, felsefe, çand û jiyana Êzidîtiyê.
Li gel vê di serî de pêşxistina zimanê Kurdî, dê pêşketinên siyasî, civakî, jiyana çandî û rojane yên Kurdistanê bibin rojeva ÇIRA TV’yê.
Çira TV dê pirsgirêkên rojane yên Kurdên Êzidî yên çar parçeyên Kurdistanê, Ermenîstanê, Rûsyayê û Ewropayê bişopîne. Rayedarên ÇIRA TV ragihandin ku, “Kanal her çendî ku li ser bingehê baweriyê hatibe avakirin jî, dê di demên pêş de giraniyê bide programên zarok, jin, ciwan û çandê.” Kanal dê bikarin li Rojhilata Navîn, Qafqasan û Ewropayê bê temaşe bikin. ÇIRA TV dê weşanên xwe li ser peykên Eurobird û Nîlsatê bike.

Ji bo temaşekirinê

EUROBIRD 9,9 pileyî rojhilat (East)

Frekans : 11.842
Symbol rate : 27.500
Vertical FEC : 3/4

NİLSAT 7 pile rojava (West)

Frekans : 11.353
Symbol rate : 27.500
Vertical FEC : 5/6


 ANF/AMSTERDAM