- Ev gundî, maşellah malê wan pirr e. Xwedê daye wan.
Mêrê wê metel mayî jê dipirse:
- Çawa xwedê daye wan, xwedê çawa mal dide?
Jina wî, milê xwe dihejîne û dibêje:
- Ma ez çi dizanim, xwedê daye wan. Çawa dabe, daye.
Erdekî vî zilamê xizan heye, herroj diçe nav erdê xwe. Ka êdî xwedê çi da wê diçine, zad û qûtê wî ji wî erdî ye. Rojekê zilam çû nav erdê xwe, berê xwe dayê marek ji kunekê derket. Bi carekê mar bi ziman bû û peyivî. Got zilamê xizan:
- Were vir mêrê feqîr, vî zêrî ji xwe re bibe.
Zilam pirr şa bû, rahişt wî zêrî û berê xwe da malê. Çawa gihişt malê, dengê xwe li jina xwe kir:
- Hermet, hermet!
Jina wî lê vegerand:
- Çi ye tu wisa dikî qîrîn?
Zilam gotiyê:
- Hermet êdî ez dizanim xwedê çawa mal dide xelkê!
Jina wî ya metelmayî jê pirsî:
- Pek mêro, de ka bibêje xwedê çawa mal dide xelkê?
Zilam zêr da jina xwe bi bersiva dayî jî dilê jina xwe xweş nekir:
- Te çi jê ye, ti karê te jê ne xirab e!
Herroj diçe nav erdê xwe, li devê kuna mar têde radiweste. Mar jî herroj zêrekî didiyê. Bîst salan karê vî zilamî û wî marî ev e. Bîst salan mêrik diçe nav erdê xwe, devê kuna mêr, mar jî herroj zêrekî didiyê. Êdî zilam kal bû û bi xwe şêwirî; ji xwe re got:
- Ez êdî kal im, sibe, dusibe ezê nema karibim herim nav erdê xwe. Kurê min ciwan e, bila ew zanibe bi vî karî û herroj zêrekî xwe ji vir bîne.
Rabû, rojekê kurê xwe bi xwe re bire nav erdê xwe. Kuna wî marî nîşanî kurê xwe da. Kurik jî mar nas kir, mêr jî kurik nas kir. Êdî kurik li şûna bavê xwe dihat û diçû. Pêlekê kurik herroj zêrek anî malê. Kurê zilêm tema bû. Ji ber temakariya xwe rojekê ji xwe re got:
- Ev ne ti kar e. Herroj were û zêrekî bibe. Ez dê mar bikujim, piştî ku mi mar kuşt ez dê zêrê heyî hemûyan bi yekcarê rakim û bibim. Ez dê li hêviya mêr nesekinim ku herroj zêrekî bide min.
Wê rojê kurik çû nav erd, rahişte kevirekî, li devê kuna mêr sekinî. Çawa mar derket ku zêrekî bide kurik, kurik kevirê di destê xwe de werkir mêr. Kevir li mêr ket, dûvê mêr qut kir, lê nekuşt. Mêr xwe zer kir kurik û pêve da. Kurik li wê derê temam bû û mir.
Kurik li nav erd miriye, venegeriya malê. Bavê kurik êdî dest bi fikar û mitaleyan kir. Ji xwe re got:
- Kurê min îro gelo li çi awiqî û nehat. Xwedê neke, tiştin hatin serê wî!
Bavê kurik li kerê xwe suwar bû û berê xwe da nav erdê xwe. Gihişte nav erd, çavên xwe li kurê xwe gerandin. Berê xwe dayê, dît ku kurê wî miriye û dûvê mêr jî wî qutkirî ye. Hêrsa zilêm pirr rabû, qeherî. Kire hewar û bang li mêr kir. Li ser qarewar û hewara wî, mar ji kuna xwe derket. Ji mêr re got:
- Te çima ev bi min kir?
Mar got:
- Min çi bi te kiriye?
Zilêm got:
- Te kurê min kuşt! Te çima bi kurê min veda?
Mar gotiyê:
- Ma tu nabînî, kurê te xwest min bikuje. Dûvê min qut kir bi kevirekî. Lewma min jî pê veda.
Zilamê kal got:
- Erê maro, ma ne kurê min cahil bû, dinya hê nedîtibû, dîn bû. Ma tu weke wî bûyî? Hema tu bi aqil bayî?
Çawa bi vî rengî peyivî, mar bersiva wî da:
- Xwe nêzîkî min meke, êdî tengî min mede.
Zilêm got:
- Çima, sedem çi ye ez tengî te nedim?
Mar got:
- Êdî baweriya min nema bi te tê.
Zilêm lê vegerand:
- Metirse, ez bîst salan hatim cem te, ma te qet dît ku dilê min li te xera bû?
Mar got:
- Nexêr, min nedî. Lê tu dîsa êdî neyê cem min.
Li ser vê yekê zilam û mar pêşî bi hev çûn û paşê şerê hev kirin. Mêrik destê xwe avêt kevirekî û ew kevir li mar xist, mar li ser piştê ket, lê nemir. Xwe rast kir û da dûv zilêm. Zilam ji ber reviya û xwe xilas kir.
* wê dewam bike
** Ev çîroka Luqman Guldivê adaptekirî, yek ji wan berheman e ku Canoyê Suryanî ji Prym û Socin re sala 1869an gotiye û sala 1887´an (rûpel 3-7) hatiye çapkirin.