
Dûrdinyajinê got, “Ew kîjan bajar e?” Siltan got, “Bajarê Sererdronî ye”.
Dûrdinyajinê li hespê xwe siwar bû û berê xwe da Sererdroniyê. Çû li oda gund rûnişt. Tevahiya rûspiyên gund, jin û mêr lê civiyan. Dûrdinyajinê got, “Siltanê Welatê Dûr ez şandim. We baca xwe nedaye, xêr e, gelo bela hatine serê we?”
Yekî ji rûspiyan got, “Dûrdinyajinê, felaketa hatî serê me neyê serê ti kesî.” Dûrdinyajinê jê pirsî, “Xêr e apo, qey tiştekî pirr xirab e?” Yê rûspî lê vegerand, “Keça min, emrê min ev 80 sal in, heta îro qet av ji ser gundê me qut nebûbû. Ava tevahiya gund ji vê bîrê bû. Ev bû sê meh ava bîrê miçiqiye, bîr zuwa bûye. Em mane heyirî, em nizanin çi bikin. Em bi barê kera diçin ji deveran avê tînin, lê ji ber vê em nikarin tiştekî li xwe zêde bikin û bacê bidin. Ha hal û meseleya me ev e.”
Dûrdinyajinê kêliyekê hizirî û got, “Ma we lê nenihêrî ka çima bîra we miçiqiye?” Gundiyan got “Dûrdinyajinê em ji ku dikarin xwe berdin wê bîra tarî û bêbinî. Zuwa bûye, av têde nemaye û tu sax.” Dûrdinyajinê got, “Naxwe ez ê xwe berdim bîrê. Divê hûn werîsekî dirêj çêkin, bi dêwleke mezin ve kin û min berdin bîrê. Bila timî nobetdarek li ser bîrê be. Heke ez hatim min werîsê dêwlê sê caran kişand. Bila hingê min bikişînin jor.” Gundiyan got, “Li ser saran û li ser çavan.”
Dûrdinyajinê hespê xwe jî emanetî gundiyan kir û tevî şûr û mertalê xwe, rahişte fanosekê û xwe berda bîrê. Dema gihişte binê bîrê, ji dêwlê derket û meşiya. Fanosa di destê xwe de li pêşiya xwe girt û çû. Ji dûr ve çavê wê bi çend rohniyan ketin, konên li zozanan vedayî çawa bi şev xuya dikin, ew ronî jî wisa bûn. Xwe li wan roniyan girt. Dema nêzîk bû dît ku gundekî mezin e. Hema xwe li xaniyê li keviya gund girt. Li dêrî da. Jineke pîr derî lê vekir. Dûrdinyajinê got, “Dayê, ez mêvanê xwedê me.” Pîrê lê vegerand, “Mêvanê xwedê li ser serê min û çavê min hatiye.” Dûrdinyajinê li hundirû rûnişt, doza tasek av kir. Pîrê got, “Keça min avê bixwaze heye, lê zad û qût wî ji ser me hatiye birrîn.”
Dûrdinyajinê jê pirsî: “Dayê xêr e, ji bo çi zad û qût ji ser we qut bûye?” Pîrê got, “Keçka minê, navê vî gundê me îro Binerdtarî ye. Lê belê navê gund berê Binerdronî bû. Roja me û şeva me hebû. Îro sereqet şev e li me. Qet roj hilnayê. Roja me jî cewherekî pirr bedew bû. Her sibe hildikişiya serê girê li rojhilatê gund û her êvar jî li wir diçû ava. Bi wî cewherî bereket ji sifreyên me kêm nedibû. Dexlê me, fêkiyên me sebzeyên pirr bûn, sewal û dewarên me têr bûn, zozanên me jî heşîn û xweş bûn.”
Dûrdinyajinê çavên xwe li dora xwe digerîne û ji bilî find û çirayan tiştekî din nabîne. Çima ew gundê rohnî û şên wisa tarî mabû? Pîrê dema li ser rêza peyvên xwe meşiya ev yek jî diyar bû: Ejderekî mezin, çêlekeke pirr mezin, çûbû serê gir û ew cewher daqurtandibû. Gundiyan xwe lê ceribandibû, lê ji wan nehatibû ku wî ejderî neçar bikin cewherê wan bide wan. Siltan esker rakiribû, lê tine... pê nikarîbûn. Ji hingê ve jî gundî her çira û mûman pê dixin. Riya ava gund jî guherandin, da ku di reşê de zêde nemeşin.
Dûrdinyajinê got, “Nîşanî min bide dayê, ew ejder li ku ye?” Pîrê gotiyê, “Eman, zeman Dûrdinyajinê, artêşekê pê nikarîbû, tu yê çawa pê karibî?” Dûrdinyajinê got, “Tu cihê wî nîşanî min bide dayê, serê te bi ya din bila neêşe!”
Pîrê rabû, neçar da pêşiyê. Ew bir wî girî. Lê nihêrî ku Ejderekî gelekî mezin e. Berê xwe dayê ku şewq û rohniyek ji devê ejderî carinan dide der. Ji xwe re got, “Bi Xwedê ji cewher pê ve nîne. Ka ez ê çawa jê bistînim?”
Dûrdinyajinê paşê ji pîrê xwest ku wê bibe cem siltanê Binerdtariyê. Dûrdinyajinê bi edeb li dîwana siltên rûnişt û li bendê ma ku mirov jê bipirse, ka hatiye çi. Piştî hizrekê, Siltan lê dipirse û ew hal û mesela xwe jê re dibêje: “Ez Dûrdinyajinê me û ji Welatê Dûr têm. Ji ber ku we rêya ava xwe guhertiye, ava ji ser gundê Sererdroniyê qut bûye. Ez ê cewherê we rizgar bikim, divê hûn jî rêya ava xwe vegerînin ser coka wê ya berê.”
Siltanê Binerdtariyê dibêje, “Tê çawa bi ejder karibî?” Dûrdinyajinê lê vedigerîne: “Bila jin û mêr werin amadekirin û werîsan çêkin. Ji wan werîsan toreke mezin em ê bihûnin. Divê em hesinkeran jî singên di bejna mirovan de bidin çêkirin. Paşê ji jin û mêran sed şervanên çê ji min re divên. Paşê jî bila serê te pê neêşe.”
Siltan fermanê dide û Binerdtarî zend û bendan vedimale li kar û emelê xwe. Werîs tên ristin, tor tê hûnandin, singên mezin tên çêkirin. Paşê bi jin û mêr sed şervanên çê hazir dibin. Dûrdinyajinê her kesî xweş şîret dike da ku bi ya wê bikin û piştre berê xwe dide cem ejder. Ejderê ku çav bi Dûrdinyanjinê dikeve, pêşî dikene, paşê dibêje, “De ka ji vir biçe tu bi Xwedê bikî. Artêşekê nikarîbû min, qey tu hatiyî min ji kenan bikujî?” Û bi vî awayî henekê xwe bi Dûrdinyajinê kir.
Dûrdinyajinê jê re got, “Ne bi quretiyê ejder dibe ejder, were tu karibe min, em zanibin ka tu çi leheng î?” Hêrsa ejder rabû û ji cihê xwe êrîşî Dûrdinyajinê kir. Dûrdinyajinê jî ew ber bi binya girî ve ajot. Hingê di neqebekê de tora şidandî bi ser ejder de hat berdan û şervanê herî xurt, bi werîsan û bi singên di erdê de kutayî ew tor li ejderî şidandin. Ejder asê ma û nikarîbû xwe tev bide.
Ejder dibêje, “Gundino, Dûrdinyajinê! Ev cewher nebe, ez ê bimirim. Yek rê heye ku ez sax bimînim, ew jî ew e ku hûn rojê cêrek dims bi min bidin.”
Gundiyan û siltanê Binerdtariyê bi şertê ku Ejder erdên wan biajo ev yek qebûl kir û ejder jî cewher serbest kir. Cewher di cih de li ser girî hila û Binerdtarî bi carekê veguherî Binerdrohnî yê. Xelkê Binerdrohniyê ji qehremaniya Dûrdinyajinê pirr razî dibin.
Ejder û gundî avê dîsa vedigerînin ser coka wê ya berê. Dûrdinyajinê tê dewsa bîrê û werîsê bi dêwlê ve sê caran dikişîne. Gundiyên Sererdrohniyê wê dikişînin jor. Ew jî mizginiya avê dide wan. Ji hingê ve hersal heman rojê li Sererdrohniyê cejna avê heye. Gotinên min li diyaran, rehmet li dê û bavên guhdaran.
*Ev ne çîrokeke gelêrî ye, belê ceribandineke ku Luqman Guldivê ye ku ji bo zarokan û nexasim ji bo keça xwe Stêrîn nivîsandiye. Çîrok îlhama xwe ji hin variyantên çîroka Mîrza Mihema digire.