Wê rojê dilê paşê ji kurê wî xweş, kîna dilê wî li dijî kurê wî kêm bû. Dîsa jî kurê wî zêde li dîwanê nema, çû mala xwe. Lewma hedan û tebata wî bêyî Şahmeymûnê nedihat.
Çend roj ketin navberê. Kurê paşê yê mezin bavê xwe bire hemamê, pirr kêfa bavê xwe anî. Çend rojên din, kurê navê jî bavê xwe bir hemamê, bavê wî ji wî jî pirr razî bû. Kurê piçûk bihîst, xemgîn bû, nizanî çawa bavê xwe biezimîne û bibe hemamê. Şahmeymûnê tê derxist ku derdekî mêrê wê heye û li halê wî pirsî. Kurê paşê got:
- Herdu birayên min bavê min birin hemamê, êdî dora min e, lê ez nizanim çawa wî biezimînim.
Şahmeymûnê got:
- Vê ji xwe re meke derd.
Rahişt gustîlka xwe, di nava destê xwe de firikand û miradê xwe got:
- Min divê hemama bavê min tevlî tifik û gumgumê qehwê li vir hazir bin!
Çawa keçikê xwest, hemam û gimgimê qehwê li ber wan hazir bû. Şahmeymûn ji mêrê xwe re got:
- Here bavê xwe û ehlê dîwanan wî bîne hemamê û em qedrê wan bigirin!
Kurik çû cem bavê xwe û ew, tevlî ehlê dîwana wî vexwndin. Paşa û ehlê dîwana wî rabûn çûn qesra kurê paşê. Çûn lê çi dîtin, hemamek di qesrê de heye, tevî gumgumê qehwê, hemameke wisa nîne li dinyayê. Bavê wî ecêbmayî pirsî:
- Lawo kê da te ev hemam?
Kurê wî lêvegerand:
- Bavo mede dûv, xwedê da min.
Paşa û ehlê dîwana wî bi awayekî razî ji cem kurik veqetiyan çûn malên xwe. Dîsa çend roj ketin navê, kurê paşê yê mezin çû cem bavê xwe, ew û ehlê dîwana wî vexwendin ji bo ziyafet û ezameta li mala xwe.
Kurik çû bang li keçên bajêr kir got, êvarê werin mala min bireqisin. Xeber çû ji kurê piçûk re jî. Şahmeymûnê ji mêrê xwe re got:
- Tu beriya min biçe. Ez dê paşê bêm.
Kurik çû mala birayê xwe, çû li nav ehlê dîwanê rûnişt. Xelkê henekê xwe pê kir, pêkeniyan, gotin:
- Te hema jina xwe meymûn jî bianiya. Bila hindekî ji me re bireqisiya!
Kurê paşê dengê xwe nekir. Carekê berê xwe dayê, jina wî diduyên din hatin di rengê kevokan de û li pencerê danîn, bûn keç. Dîlana keçikan xweş e, ji xwe re direqisin. Hersê ketin dîlanê. Paşa û dîwana wî li wan dinêrin bi heyranî.
Kesek nizane. Kurê paşê yê piçûk bi xwe dizane, ji keçan ya herî bedew jina wî ye, ew jî herduyên din nas nake; lê belê dengê xwe nake. Dîlan bi dawî bû, şîva ziyafetê hat danîn. Şîv xwarin. Piştî şîvê Şahmeymûn û herdu keçikên din ji nû ve bûn kevok, ji nava govendê bi firê derketin, çûn. Paşa li hersê keçikan dipirse. Xelk dibêje:
- Me nedîtine. Wenda bûn!
Civat belav bû. Paşa çû mala xwe, çû cem jina xwe, go:
- Hermet, ez çi bibêjim, îşev ez çûm cem kurê xwe, ez vexwendibûm ziyafetê. Ez rûniştime li dîwanê li nav civatê. Min dît sê kavok hatin li pencerê danîn. Hersê bûn keçik û ketin dîlanê. Keçên weke wan bedew hê min li dinyayê nedîtibûn. Piştî şîvê ew dîsa bûn kevok, ji nav govendê firiyan û wenda bûn. Hiş û aqlê min ma li cem wan.
Kurê paşa yê piçûk jî çû mala xwe. Çû nêrî Şahmeymûn rûnişt. Şahmeymûnê jê re got, ew herdu kevokên din xwîşkên wê bûn.
Kurik dengê xwe nekir. Şahmeymûnê ji mêrê xwe re got:
- Here, bavê xwe tevî dîwana wî vexwîne. Em jî ziyafet û ezîmetê didin!
Kêfa kurê paşê hat, lezand çû dîwana bavê xwe, bavê xwe û ehlê dîwana wî vexwendin ziyafet û ezameta li mala xwe. Bû êvar paşa û dîwana wî hatin mala kurik. Şahmeymûnê kirasê meymûnan ji xwe kiriye, keçeke gurc e. Gustîlka xwe firikand û got:
Gustîlka min, min sifreyek divê ji her çeşn û tamê, bila sênî û lalik zêrîn bin, kevçî zîvî.
Çawa Şahmeymûnê gotina xwe bi dawî kir, tişta xwestî li ber peyda bû û çû danî ber mêvanên xwe. Civata hazir hemû metelmayî dimîne. Paşa bi xwe dema çav bi şahmeymûna gurc ket, hindik mabû dilê wî bisekine, ava heft nîska bi ser dilê wî ket. Nizane bûka wî ye, gotin jê çê nebû, ji bilî:
- Xweziya ev jina min bûya.
Çawa paşa gotina xwe got, Şahmeymûn tevî sifrê wenda bûn. Paşa û dîwana wî man weke lalan. Sosretek, ecêbek dîtibûn. Paşê çû ji kurê xwe pirsî:
- Kurê min çi qewimî? Ka sifre, ka ew keça bedew?
Kurik got:
- Ez nizanim bavo. Lê elaqa wê bi te re heye. Ji min re bibêje te di dilê xwe de çi got!
Paşê got:
- Kurê min, min çi got, min got, xwezî ev jina gurc jina min bûya.
Kurik xemgîn bû, got:
- Bavo ne te baş got û ne baş kir.
Paşê pirsî:
- Ew çima lawo?
Kurik got:
- Bavo, ew bûka te bû. Jina min şahmeymûn bû.