Rengîn Kardelen: Ji bo meriv rewşa çîroka Kurdî ya îro fêm bike, divê meriv ewil li rabirdûya wê binêre. Meriv dibêje qey wek oksîjenê nefes daye wêjeya me. Wêjeya Kurdî ya devkî di ser sê rehan re herikîye û xwe gihandiye roja me. Ev jî çîrok, kilam û helbest in.
ROZA METÎNA / JINNEWS / AMED
Derbarê 14’ê Sibatê, Roja Kurteçîrokan a Cihanê de Nivîskar Rengîn Kardelen got, roja çîrokê ya cihanê ji aliyê sekn û helwêsta hevpar a di navbera gelan de gelekî girîng e û wiha peyivî: “Çîrok dengê zana yê civakê ye. Cihaneke xeyalî ye ku bi dengê dayikên dengxweş li ber lembeyên gazê bi peyvên xweş ê dapîrên rûşêrîn hatiye avakirin. Carinan dibe Mîrze Mihema, bajaran ji ejderhayan xelas dike, carinan dibe Siyamed şûr û mertalê xwe girê dide, li hember mêrê heft eşîran şer dike, carinan jî dibe temî û şîreta dayikekê di vegotina Şengê û Pengê de.” Rengîn Kardelen bîhtir li ser çîroka devkî rawestiya ku bi ya wê jixwe ji bo wêjeya nivîskî ya Kurdî jî bûye jêder û kana afirandinê.
14´ê sibatê sala 2003´yan ji aliyê PENa Navneteweyî ve di kongreya wê ya 69´an de weke Roja Kurteçîrokê ya Dinyayê hatibû qebûlkirin. Nivîskara Kurd Rengîn Kardelen wate û girîngiya 14’ê Sibatê, Roja Kurteçîrokan a Cihanê de nirxand. Rengîn Kardelenê bal kişand ser tevgera çîrokê ya di nav wêje, çand û huner de û got, çîrok ji bo bipêşketina hişê civakê yê felsefî û bipêşketina wêje, çand û huner, girîng e. Rengîn Kardelenê wekî din behsa rola jinê ya di nava çîrokê de kir û got, jin mamosteyeke zana ye ku di civakê de cihê wê bi ti awayî bi rengekî din nayê dagirtin. Li gorî Rengîn Kardelenê, jin bi çîrokê, bi metelok, helbest, stran û govendê derdora xwe, civaka xwe perwerde dike.
Dengê zana yê civakê
Rengîn Kardelenê diyar kir ku wateya çîrokê berfireh e û wiha axivî: “Çîrok dengê zana yê civakê ye. Cihaneke xeyalî ye ku bi dengê dayikên dengxweş li ber lembeyên gazê bi peyvên xweş ê dapîrên rûşêrîn hatiye avakirin. Carinan dibe Mîrze Mihema, bajaran ji ejderhayan xelas dike, carinan dibe Siyamed şûr û mertalê xwe girê dide, li hember mêrê heft eşîran şer dike, carinan jî dibe temî û şîreta dayikekê di vegotina Şengê û Pengê de. Wextekî li welatekî ji ber zêdebûna nifûsa insanan, kralê wî welatî biryareke gelekî radîkal distîne. Ji bo pêşîya welidandina zarokan bigire, evîn, hezkirin û zewacê qedexe dike. Yek ji keşîşên wî wextî jî vê qedexeyê qebûl nake. Li dijî vê yekê radibe. Heta yên ji hev hez dikin bi dizî li hev mehr dike. Kralê bi kirinên wî dihese, 14’ê meha sibatê serê wî jê dike. Gelê wî welatî jî li ber fedakariya vî keşîşî bo rêzgirtinê her 14’ê meha Sibatê kulîlkan li ser gora wî datînin û jê re dua dikin. Xêr, xêrxwazî, hezkirin, fedakarî û rêzgirtin wê rojê dike roja hezkiriyan û dibe çîrokeke rastîn û belav dibe.”
Alava piştevaniyê ye
Rengîn Kardelenê da zanîn ku çîrok ji bo hemû gelan wekî pira hevkariyê ye û wiha dewam kir: “Roja Kurteçîrokê ya Cihanê ji aliye sekn û helwêsta hevpar a di navbera gelan de û wek hevkarîgeriya li ser xebatên çand û hunerî û ji aliyê tevkarî û alîkarîyê ve pirr girîng e. Çîrok ji bo hemû gelan alava piştevaniyê ye. Hêzên desthilatdar û antîdemokrat her ji xebatên çandî, hunerî û edebî yên gel tirsiyane û xwestine rê lê bigirin. Belavbûna wêjeyê ji bo bipêşketina hişê civakê yê felsefî ji bo desthilatdarîya xwe, tehlûke dîtine. Ji ber ku dizanin ku hiş û zanîna civakê bi pêş bikeve û bibe xwedî ferasetek baş ew ê çandeke azadîxwaz bi xwe re ava bike, ji bo pêşiya vê bipêşketinê bigire çi ji destên wan hatiye kirine.”
Herçî çîroka devkî ye Kurdî li serî ye
Nivîskar Rengîn Kardelenê bal kişand ser taybetmendiya çîrokên Kurdî û got, “Ji bo meriv rewşa çîroka Kurdî ya îro fêm bike, divê meriv ewil li rabirdûya wê binêre. Min berî niha jî gotibû di warê wêjeya devkî de kêm netewe karin xwe bigihînin Kurdan. Meriv dibêje qey wek oksîjenê nefes daye wêjeya me. Wêjeya Kurdî ya devkî di ser sê rehan re herikîye û xwe gihandiye roja me. Ev jî çîrok, kilam û helbest in. Yê ku vî karê bêhempa wek îbadeteke destjênebe îcra kirine, û şagirt li dû xwe hiştine dengbêjên me ne. Li her herêmê li her gundî dengbêjekî li gora herêma xwe navdar peyde dibû û dema ku diçûn cihekî jî bi rêzek dilxweşker dihatin pêşwazîkirin û girseyeke mezin li wan guhdarî dikir. Her dengbêj di heman wextê de çîrokbêjek e jî. Hema bêje hemû kilamên Kurdî qala çîrokekê dikin, ji ber vê yekê dengbêj ewil çîroka wê kilamê vedibêje, paşê jî destekî xwe dide ber guhê xwe û bi sewta xwe guhdarên xwe mest dike. Hinek kilam an jî çîrok di şevekê de naqedin. Ev kevneşopîya ku ji meriv re dibe serbilindî, bi hezaran sala dewam kiriye û hatiye roja me.”
‘Jin mamosteyek zana ye’
Rengîn Kardelenê herî dawî bal kişand ser rola jinê ya di nava çîrokê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin bi helwêsteke azadîxwaz hîmên civakîbûnê datîne. Ramana ewil, bi xwezayê re yekem temasa têrhest û famkirina civaka hevpar bi destnîşankirin û xîreta jinê çêbûye. Bijîşkên ewil, yekem kesên qodên bişîfa yên nebatan derxistine holê jî jin in. Yê ew berhem berhev kirine û kirine nifqe jî helbet jin in. Ji ber ku di hemû çîrokên civakê de jin hene, dema ku meriv dibêje çîrok ewil jin tên bîra meriv. Huner wek çalakiyekê bêhtir li bedena jinê tê û bi karektera wê re jî di rengekî de ye. Dema ku TV tinebûn di şevên zivistanê yên dirêj de dayikên Kurdan zarokên xwe bi çîrokan bi xew ve birine, ew bi wan çîrokên xwedî peyam û şîret terbiye kirine û bi wan çîrokan ew perwerde û mezin kirine. Dengbêjan gelek kilamên xwe bi zimanê jinê vegotine “Bavê Fexrîya, Şerê Newala Qeremûsê, Dewrêş û Edûlê” hinek ji van kilaman in. Jin mamosteyeke zana ye ku di civakê de cihê wê bi ti awayî bi renegkî din nayê dagirtin. Bi çîrokê bi metelokê bi helbestê bi stran û govendê derdora xwe, civaka xwe perwerde dike. Ji bo civak bi awayekî bi rêk û pêk bi pêş bikeve, hewl dide.”