Çîrok nayê dizîn, çîrok gerhok e, koçer e. Ziman çiqas bipêşketî be, çîrok û çîrokbêjî hewqas xurt e. Di hemû zimanan de li ser hirçan, li ser rovîyan an gelek ajalan çîrok hene. Lê di çîrok û çîrokbêjiyan Kurdî de dema tu dinêrî ziman çiqas dewlemend e, ku xwediyê çîrokê didê nasîn.
Dewlemendiya Zimanê Kurdî yek jê ew e rengdêr in. Dema hinek dixwazin wergerê bikin, dikin û nakin nikarin wergera van tiştanan bikin, ji koka xwe dûr dixin û li hev tînin, lê di binyada xwe de dema tu li ser heman çîrokê lekolîn dikî, tu dibînî ku bi her tiştê xwe ve ew çîrok Kurd e.
Di zimanê Kurdî de rêzgirtin, pesindayin, wesifdayin pirr bi pêş ketiye û dema bi hev re diaxivin, ev rêzgirtin erêniye. Mînak dema qala hin tiştan dike "haşayî te, durî te, bê mane", yan di dema çîrokgotinê de her kontak bi kesê guhdar re heye. Mînak, "ji efendiyê xwe re bibêjim, ezbenî, ezxulam,".
'Serbilindayiya Kurdan in'
Birê min profesyonal Folklorîst bû û doktora xwe li ser Zargotina Kurdan çêkir. Cara pêşîn "Dim Dim, Xanê Çengzêrîn" weke eposa (destan) Kurdî ye. Her millet eposa wan heye ku ji dîroka wan tê û xisusiyetê wan, hunermendî û hêza bedewatiya wan tê û ev yek li hemû deran tê pejirandinê. A Kurdan jî yek jê Dim Dim e, Xanê Çengzêrîn e ku dîrokeke kevn e. 1608-1610, du salan serhildaneke xurt çêbuye, pirr deng daye, di nav Kurdan de bûye dîroka serbilindayî, ku hewqas li hemû deran belav bûye. Ezîdî dibêjin, ê ne Êzîdî dibêjin, li Bakur dibêjin, li Başûr dibêjin, li her derî dibêjin, ev nirxeke neteweyî ye.