
Rûvî diçe, dimeşe û pêrgî kîvroşkekê dibe. Kîvroşk dengê xwe lê dike:
- Bira, bira!
Rûvî li xwe diqulibe:
- Libê xwîşkê, ka bibêje çi ye?
Kîvroşk jê dipirse:
- Tu wisa bi ku ve diçî?
Rûvî dibêje:
- Xwîşkê gunehê min pirr in, ez diçim hecê, belkî Xwedê Teala min bibexşîne.
Kîvroşk lê dibêje:
- Bi Xwedê bira, min jî dil heye biçim hecê.
Rûviyê xasûk, dibêje:
- Naxwe bi min re were xwîşkê.
Herdu riya xwe didin ber xwe û dikudînin, di rê de rastî mîyekê tên. Mî ji wan dipirse:
-Hûn herdu wisa bi ku de diçin?
Ew dibêjin:
- Xwîşkê em diçin hecê.
Mî li xwe dixe û dibêje:
- Hûn dizanin, ez jî hatibûm biçim hecê û min riya xwe şaş kir, ez li van deran mam. Min jî divê bi we re werim.
Rûvî dibêje:
- Xwîşkê ev çar car in ku ez diçim hecê, ez qet rêya xwe şaş nakim.
Hersê bi hev re diçin, qederekê dimeşin, bizineke seqet dibînin. Bizina seqet ji wan dipirse:
- Hûn hersê diçin ku derê?
Ew lê vedigerînin:
- Em dikin biçin hecê.
Bizin dibêje:
- Bi Xwedê ez jî bi we re têm hecê.
Mî dibêje:
- Diya min, xwîşka min tu seqet î, tu nikarî bi me re bêyî!
Bizin dibêje:
- Na, ez dikarim, serê te ji seqetiya min naêşe!
Ew dibêjinê:
- Naxwe were, tu bi dilê xwe yî.
Dîsa dest bi meşa xwe dikin, qederekê dimeşin, li wan dibe şev. Li cihekî ku lê razin digerin û dîbînin. Bi hev re diçin li wê derê mexel tên da ku razin. Rûvî radibe li dûv miyê digere, dixwaze dûvê miyê bixwe. Xwe nêzî miyê dike, dibîne mî hişyar e. Ji wir diçe û bi dor bizinê dikeve, lingekî bizinê seqet e û kurmî bûye. Rûvî devê xwe dixe navbera du lingên bizinê yên paşê da ku guhanên wê bixwe. Bizin lingê xwe yê kurmî di xew de diweşîne, derbeke xweş li nav çavên rûvî dixe. Rûvî ji ber êşê ji kezebê dinale:
- Axxx, wele te ez kuştim!
Bizin radibe ser xwe, dibêje:
- Ew çima min tu kuştî! Min çi bi te kir?
Rûvî dibêje:
- Ez hatim xwe li cem te gêr bikim û razim, te pihînek li ser çavê min da, ez ji mirinê filitîm.
Bizina reben bi niyeta rûvî nizane û jê dixwaze lênegire:
- Bira bi Xwedê haya min ji min nîne. Ev lingê min kurmî ye û di xew de carinan bêhemdî min diheje û diweşe.
Li wan dibe sibe, roj dihile. Herçar radibin ser xwe riya xwe dîsa didin ber xwe. Diçin, qederekê dimeşin rastî gur tên. Gurê birçî xwe diavêje pêşiya wan, rê li wan dibire û dibêje:
- Ez dê bizinê û miyê bixwim.
Rûvî lê vedigerîne:
- Bira nabe, guneh e.
Gurê şaşmayî, dipirse:
- Sedem çi ye, çima guneh e?
Rûvî bersiva wî dide:
-Em her çar hatine cem hev, em bûne qafîleyek û me berê xwe daye hecê. Em li ser riya hecê ne û tu dixwazî vê bizina reben û vê miyê bixwî, bêyî ku herin heca xwe tewaf bikin!
Hingê gur dibêje:
- Naxwe bila herin hecê û werin, ez dê wan di vegerê de bixwim.
Rûvî dibêjiyê:
- Erê, bi vî rengî qenc e, tu di vegerê de wan bixwe.
Dîsa ketin ser riya xwe, diçin, qederekê dimeşin, digihêjin bêrmekê. Rûvî li ber bêrmê disekine û dibêje:
- Ha va ye hec, em hatinê.
Bi gotina xwe re jî xwe diavêje avê. Kîvroşk jî xwe li pey wî diavêje avê, mî jî piştre xwe diavêje avê. Hersê jî bi kêf in. Bizin li keviya bêrmê disekine û digirî. Rûvî jê dipirse:
- Xwîşkê çi qewimiye, tu çima digirî?
Bizin bi kesereke mezin derdê xwe jê re dibêje:
- Bira hûn hemû bûn hecî, ê min lingê min seqet e, kurmî ye. Ez newêrim bikevim avê û ez nabim hecî. Ha ji ber vê yekê ez digirîm.
Rûviyê xasûk di cîh de bizin aş dike:
- Xwîşkê ez wekîlê hecê me. Tu nekevî avê jî, xwedê heca te qebûl kir. Mekeve avê.
Kêfa bizinê tê û dikene. Hersêyên din laşê xwe xweş dişon û ji bêrmê derdikevin. Her çar hecî rêya vegerê didin ber xwe. Bînin qetîtkek zebeş, çîroka min li we xweş.