Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “Çîrok ji we û reng ji me”, li kolana Tilel pêşangeha wêneyan vekir.

Bi dehan kes çûn pêşangehê. Pêşangehê bi rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê rewşenbîr Reşîd Sofî pêşangeh vekir. Li ser navê Serokê Desteya Çand û Hunerê Rêzan Neisan, li ser navê Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Rojava Welîd Bekir û şêwekar Mihemed Şahîn axivîn û wan bal kişand ser girîngiya şêwekaran: “Karê şêwekariyê gelekî girîng e ji ber ku çîrok, ked, koçberî û xweza tên xêzkirin û pêşkêşî civakê tên kirin. Hêviyên me ew in ku hemû çîrokên ku li Kobanê yan jî derveyî Kobanê, em çêkin, pêşkêşî gel bikin û berhemên şoreşê derxin holê.”

Paşê Hunermend Silava Bozo stran diyarî şêwekaran kirin. Xelkê jî bi hev re li wêneyên xêzkirî nihêrî. Ev duyemîn pêşangeh e ku li Kobanê tê lidarxistin. Ya yekemîn 31’ê Cotmeha 2018’an li Muzexaneya Kobanê hatibû lidarxistin. Pêşangeha pêr vebûyî, doh jî li xelkê vekirîbû.

 

ANHA/KOBANÊ