Çavê Osman Begê timî li der bûn. Rojekê xelkê behsa keça teyrê Sîmir kir. Gotin, ji keça wî xweşiktir, bedewtir jin nînin li dinyayê. Osman Begê got, ez dê wê ji xwe re bînim, lê dike û nake ne teyrê Sîmir û ne jî keça wî dibîne, ti kes bi cihê wan nizane. Ma hesret di dilê wî de. Nav û dengê her du xulamên wî bi xwe li dinyayê belav bû. Xort in û şervanên di ser wan re nînin. Ti kesê şerê wan bikin namîne li welêt. Osman Begê ji wan xwest şerê hev bikin. Dest bi şerî kirin ji sibê heta êvarê, nikarîbûn hev. Sê rojan ew berdan hev, wan şerê hev kir lê yekî nikarîbû yê din. Osman Beg di dawiyê de li wan hat rehmê û got:

- Xulamên nestêle ne. Ez dê wan bi hev nedim şerkirin.

Her du wekîlê malê wî ne. Xayintî lê kirin, malê wî dizîn. Osman Beg nexweş ket. Di nexweşiya wî de herdu ji kelê derketin û ji xwe re qesrek ava kirin. Osman Begê dengê xwe nekir, di dilê xwe got, “heta ez rabim ser xwe, ez dê hingê ji wan re zanibim.” Osman Beg sax bû, rabû ser xwe. Bang li herdu xulamên xwe kir:

- Ka herdu xulamên min bila bên dîwana min.

Xulam hatin pêşberî wî, ji wan re got:

- We malê min dizî, hûn ji cem min çûn we ji xwe re qesr ava kir, hûnê hê çiyî din bikin!

Osman Begê ferman da, herdu xulam xistin zindanê. Zincîr avêtin stûyên wan. Xulamên Osman Begê xurt in, şevekê her du rabûn, zincîr ji stûyê hev vekirin. Deriyê zindanê vekirin, berê xwe dan odeya Osman Begê. Osman Beg di nav nivînan de bi derbên şûran kuştin. 

Berî li wan bibe roj ji wir reviyan, çûn qesra xwe. Bû sibe, xelkê kelê rabû, berê xwe danê Osman Begê di nav cihê xwe de hatiye kuştin. Çûn zindanê, dîtin ku her du xulam ji zindanê reviyane. Welat hemû li wan bû yek, yekser berê xwe dan qesra xulaman. 

Her duyan şûrên xwe kişandin û êrîşa xelkê Xelatê şikandin. Xelkê dev ji wan berda. Herdu jî ji wê rojê û şûn ve bûn rêbir, şûrê xwe kişandin û çûn pêşiya karwanan, xelkê dişelînin û malê wan tînin. Ti kes newêre dengê xwe li wan bike. Rojekê her du tajiyên wan li ser şikêrekê sekinîn. Her du bira dikin û nakin tajî ji ser şikêrê xwe nadin alî, ji cihê xwe nalivin. Kevirin çikêrê hilanîn û berê xwe danê kunek heye. Ax ji devê kunê dan alî, şikeftek dîtin. Kevirek mezin di devê şikeftê de heye. Heta êvarê li ber dan, kevir ji devê şikeftê dan alî. 

Li wan bû şev her yekî rahiştin şûr û mertalê xwe û li aliyekî devê şikeftê sekinîn. Bû sibe ewd ji şikeftê derket, her du birayan her yekî derbeke şûr li stûyê ewd da, ewd li wir kuştin. Çûn hundirê şikeftê sê cewher dîtin, pir şa bûn. Di zikê şikeftê de şikefteke din heye. Deriyê wê şikeftê vekirin, keçeke bedew, pirr xweşik di hundirê wê de dîtin. Bedewiya keçikê weke efsûnekê ye. Her du jî dil ketinê. Wî got, ji min re ye, yê din got ji min re ye, bi hev çûn.