
- Bira, va ye em destûbirakê hev in, ez hez dikim tu îro bibî mêvanê min ê firavînê.
Eylo dilê destûbirakê xwe nehişt û qebûl kir. Eylo berê xwe da mala destûbirakê xwe yê rûvî. Rûviyê eylo vexwendî û ezimandî firavînê, jê re pelûr çêkir, ew pelûr rûkir nav lalîkekê û bire ber destûbirakê xwe eylo:
- Bira kerem ke, vê pelûra min ji te re çêkirî bixwe.
Pa ne, rûvî bi hêsanî ji lalîkê dixwe, lê belê rebenê eylo nikilê xwe li nav pelûra di lalîkê de dixe, dike û nake nikare bixwe. Rûvî firavîna xwe xwar, ûr li xwe kir bendek û qurpika xwe jî bi ser de hiland. Rebenê eylo birçî ma. Eyloyê hêrsrabûyî lê geriya keysa xwe li rûvî bîne. Piştî ku ji ser sifrê rabûn. Eylo gote rûvî:
- Bira, me firavîna xwe xwar, me bêhna xwe jî berda bîstekê. De were tu jî li min bibe mêvanê şîvê.
Rûvî dil hebû, lê nedikarî hilkêşe hêlîna eyloyî û got:
- Bira min pirr hez dikir, lê ez nikarim hilkişim heta bi hêlîna te.
Eylo xwe qet neêşand û got:
- Tu li pişta min suwar be, û serê xwe bi tiştekî din neêşîne.
Rûvî li ser pişta eyloyî suwar bû, eylo firiya û rûvî li ser piştê bû. Eylo li bin xwe nêrî, dît ku melayekî kurkê xwe daniye û li ser nimêj dike. Eylo di dil xwe de got:
- Ji vê çêtir nîne, ez ê rûvî bavêjim û biçim bi riya xwe de.
Eylo li xwe qulibî û rûvî ji ser pişta xwe da erdê. Mela dît ku ji jor de tiştek bi ser wî de xwe berdide erdê, hew zanîbû çi diqewime, bizdiya û kurkê xwe di cih de hişt û revî. Rûvî bi nermî kete ser kurkê melê. Piştre rabû ser xwe û kurkê melê li xwe kir û berê xwe da çiyê. Çaxê ku çû çiyê, li çiyê rasta gurekî hat. Gurê çav bi kurkê rûvî ketî, jê pirsî:
- Birayê rûvî, ev çi kurk e?
Rûvî lê vegerand:
- Birayê gur, ma tu pê nizanî, ez terzî me, kurkan difesilînim û didirûm.
Gurê çav li kurkê rûvî mayî, jê tika kir:
- Birayê rûvî, ez heyran, ji min re kurkekî bidirû!
Çavên rûvî fireh bûn û hêdî hêdî bişirî:
- Çima na, ez ji te re kurkekî bidirûm.
Sebra gurî kêm bû û netebitî û ji rûvî pirsî:
- Tu wê kurkê min çi çaxî bidirûyî?
Rûvî dizanî çi bibêje:
- Tu ji min re heft miyan bîne, ezê ji eyarên wan ji te re kurkekî bidirûm.
Rûvî û gurî li hev kir, gur çû çiyê kara xwe kir. Bi sed zorî û sed zehmetî çû û nêçîra miyan kir. Herçî rûvî bû kete qula xwe û li benda miyan ma. Piştî ku gurî heft mî ji rûvî re anîn, rûvî jê re got:
- Birayê gur, here, sê rojan sebrê bike. Piştî sê rojan vegere, ez ê kurkê te bidim te.
Gur ji wir çû û sê rojan bi kelecana kurkê xwe yê nû bi zor semax kir. Roja çaran berê xwe da qula rûvî:
- Birayê rûvî, ka bi xêr te kurkê min dirût?
Rûvî henekê xwe bi gur kir:
- Birayê gur, ya rastî, bavê min terzî ye, diya min jî terzî ye, lê belê ez ne terzî me. Min kurkê te ne fesiland û ne jî dirût.
Hêrsa gur rabû û got:
- Erê rûvî, xwedê ji min û te re mezin e, helbet tu wê ji qula xwe derkevî.
Rûvî qet xwe aciz nekir û qerfên xwe dewam kirin:
- Bira te heft mî ji min re anîn, ew heft mî salekê têra min dikin. Ez dikarim salekê ji qula xwe qet dernekevim.
Gur ji xwe razî lê vegerand:
- Ez ê salekê li vir li ber devê qula te rûnim, ji cih neqeliqim û li benda te bim.
Rûvî goştê xwe dixwe, gur li devê qula lana rûvî vedikeve. Rojek, didu, derbas dibin gur dikare xwe bigire, heft heşt roj derbas dibin, gur hê jî rûdine. Berê xwe didiyê, rûvî wê dernekeve. Gur paşê diçe kundirekî tîne, hundirê kundir tijî kevir dike û li devê qula lana rûvî wî kundirî bi dar ve dike. Her cara ba radibe, li darê dixe, kevirên di hundirê wî kundirî de li hev dikevin û dikin şeqeşeq.
Rûvî ji wê şeqeşeqê dikeve şikê, bi meraq û kakûniyê serê xwe ji qula xwe derdixe, wisa li dora xwe dinihêre, dibîne ku gur ne li wir e. Rûviyê di qulê de tî bûyî, radihêje wî kundirî bi boçika xwe ve girê dide û diçe ser bîrê. Rûvî kundir berdide bîrê, kundirê tije kevir, piştî ku tijî av dibe, giran dibe. Rûvî nikare kundirê tijî av û kevir bikişîne û pêre dikeve nava bîrê. Rûviyê me av û av diçe. Gotinên min li diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran.