
Çûk bi wî halî difire û ji jêr ve dibîne ku pîrejinek hewl dide tenûra xwe dade da ku nanê xwe bipêje. Pîre jîn dike û nake nikare agirê xwe pêxe û tenûra xwe dade. Çûk jî hema xwe berdide cem pîre jinê û dibêje:
- Pîrê hema rahêje vê stiriya di piyê min de û pê tenûra xwe dade. Tê bibînî, tenûra te wê di cih de germ bibe, bisincire.
Pîrê radibe, stiriya di piyê çûkî de derdixe û diavêje tenûrê. Paşê jî bi heste agirê xwe pêdixe û tenûra xwe dadide. Pîrejin hevîrê xwe li tenûrê dixe, nanê xwe dipêje. Radibe ku biçe malê, çûk dibêje:
- De pîrê, ka stiriya min da ez jî biçim.
Pîrejin êcêbmayî dimîne, dibêje:
- Stiriya çi, ma ne min pê tenûr dada. Ez stiriya te ji ku bînim!
Çûk dibêje:
- Ez nizanim, ez stiriya xwe dixwazim. Yan tê stiriya min bidî min, yan jî heft nan û kursikekê.
Pîrejina heyirî, çiqasî dibêje, eman, zeman jî, çûk ji ya xwe nayê xwarê û pîrejin heft nan û qursikekê dide çûkî. Çûk radihêje heft nan û qursika xwe û berê xwe dide zozanan. Dema diçe zozanan, dibîne ku şivanek şîr xistiye sêniyekê û kevçiyê xwe li nav dixe. Çûk diçe û silavê lê dike:
- Roja te bi xêr şivano. Tu firavînê dixwî?
Şivan lê vedigerîne:
- Bi xêr û silamet. Belê kerem ke, em bi şîr tevde firavînê bixwin.
Çûk dibêje:
- Ma bi şir tenê firavîn dibe? Va bi min re heft nan û qursikeke hene. Em biçînin nava şîr û pê firavîna xwe bikin, ma ne çêtir e?
Şivan kêfxweş dibe. Çûk û şivan bi hev re nan diçînin nav şîr û pê firavîna xwe dikin. Piştî ku têr dixwin, çûk dibêje:
- Şivano, rêya min dûr e, de ka heft nan û qursika min bide min, ez diçim.
Şivanê reben, diheyire û dibêje:
- Nanê çi, qursika çi rebeno! Ma ne me tevde ew nan çinî nav şîr û me pê firavîna xwe kir!
Çûk dibêje:
- Ez nizanim. Yan tê heft nan û qursika min bidî min, yan jî tê heft beran û berxekî bidî min.
Feqîrê şivan, dike û nake, çûk ji ya xwe nayê xwarê. Di dawiyê de şivan radibe heft beran û berxikekî dide çûkî. Çûk bi heft beran û berxê xwe, xwe berdide gundekî. Dibîne şahiyek li dar e, dengê dahol û zirnê tê, kelkela mencelan e, di wan de savar çêdibe. Dema diçe cihê şahiyê dibîne ku daweta kurê mezinê gund e. Ji gundiyan dipirse:
- Hûn daweteke ev qasî mezin li dar dixin, lê hîç goştê we nîne.
Gundî dibêjin:
- Wele, îsal di mesela pez de siûda me nebû. Ti pezê ji bo serjêkirinê li cem me nîne.
Çûk dibêje:
- De naxwe van heft beran û vî berxî bibin, ji bo daweta xwe li ser danê xwe xwe bikin goşt.
Gundî bi kêfxweşî xeberê digihînin mezinê xwe, ew jî qebûl dike. Radibin daweta xwe bi kêf û şahî li dar dixin. Dan û goştê xwe dixwin. Dawet tê ber belav bûnê, çûk diçe cem mezinê gund û dibêje:
- Li ser xêrê be, Xwedê ya xêrê ji bûk û zavê re jî bike. Ez jî divê êdî biçim. Heft beran û berxikekê bidin min, ez jî bi rêya xwe de biçim.
Mezinê gund diheyire. Çiqasî bibêje, me li ser dan kir goşt, me tevde xwar, jî çûk ji ya xwe nayê xwarê û dibêje:
- Yan heft beran û berxikek, yan jî bûk.
Mezinê gund dike û nake çûk qanih nake, di dawiyê de radibe bûkê dide çûkî. Çûk jî radihêje bûkê û ji xwe re dimeşe. Di rê de raste şivanekî tên ku ji xwe re li bilûrê dide. Dengê bilûra wî ewqasî xweş e ku çûk mest dibe û ji şivên re dibêje:
- Şivano, ma ku ez vê bûkê bidim te tu wê bilûrê nadî min.
Şivan di cih de bilûrê dide çûkî û bi bûkê re ji wir diçe. Herçî çûk e, firekê dide xwe, diçe li ser hejikên li dor rezekî dinişe û li bilûrê dixe:
- Çirîw-rîw, çirîw-rîw, min stiriyek da bi heft nan û qursikekê, heft nan û qursikek dan bi heft beran û berxikekî, heft beran û berxikek dan bi bûkekê, bûkek da bi bilûrekê, ma kes nîne ku serê min bi kevirekî hûr ke!?
Zarokeke ku di wir re dibihurî, dengê çûkî dibihîze, hema radihêje kevirekî û ber bi aliyê çûkî de dadiweşîne. Çûk bilûrê diavêje û difire diçe. Zarok jî bi bilûrê şa dibe.
Gotinên min li diyaran, rehemt li dê û bavê guhdaran.
* Nivîsandin û adabtasyona qismî: Luqman Guldivê. Ev çîrok bi gelek awayan tê gotin. Min awayê ku ji diya xwe bihîstî li vir ji bo zarokan nivîsî. Zêde adaptasyon di çîrokê de nîne, ji bilî nermkirina dawiya çîrokê.