Çîrok û gotina çîrokan bi rengê em fêr bûyî, lê baniyayî, diyar e êdî nostaljiyeke ji bo me mezinan û ji bo nifşên piştî me re jî weke qalkirina sal û zemanên berê ye ku ne mumkin e mirov karibe îro texeyul bike. Lê ev yek wê rastiyê nikare veşêre ku çîrok bi rengekî din jî werin gotin, xwendin, nivîsîn, lîstin, xêzkirin û hwd... Ango ew çîrokbêja bi qabîliyet a ku para bêhtir dayik, kalik yan jî jî kesekî ji gund û taxê yê jêhatî bû, bi dengê xwe, bi awayê gotina xwe, bi tevger û mîmîkên xwe hemû kulîsên lazim ên ji bo texuyula zarokan ava dikirin û hezeke mirov tenê îro dikare dilê xwe bibijîniyê dide mirovan, îro bi gelek huner û derfetan bi rengên din tên afirandin û pêşkêşkirin.
Bi her halî bê çîrokbêjiyê nabe, îro jî nabe, rengê wê guhertibe jî nabe... Lewma çîrok ji bo firehkirina berê texeyula mirovan lazim e. Ji bo ku mirov karibe dinyayên din ên mumkin texeyul bike, ji bo ku mirov karibe tesewura wan tiştên berê nedîtine û dibe ku nebe di nava mêjiyê xwe de deyne çîrok mamosteyên herî baş in, ne xasim jî ji ruh mejiyên ciwan re. Ji ber wê jî dêûbav nabe ku zarokên xwe bê çîrok bihêlin.
Ha, baş e gelek çîrok û serpêhatî bi rengê filman û xêzan hatine amadekirin, ma bila zarok sereqet û timûdaîm li wan binihêrin? Helbet na, û sed carî na! Televizyon û çîrokên dîtbarî, berê texeyula mirovan fireh nakin, berevajî dema pirr serdest bin, dikarin wî berî teng bikin. Hingê jî li şûna ku zihnferehî û fêhmxurtiyê bidin, zihntengî û korfêhmiyê dikin para zarokan. Çima? Lewma di wan de texeyula û teswîrên kesekî din yek bi yek jixwe hatine xêzkirin, zarok wan dibîne, wan dibihîse û ji bo azadiya mejiyê zarokê û texeyula wê kêm erd û guher dimînin ku hespê xeyalên xwe lê bide bezê. Tişta ez dixwazim bi vê yekê bibêjim ew e, bila zarok bibînin çawa mirovên din texeyul dikin, hêza xeyala wan jî bibînin, lê divê sînorên wê hebin; pê re jî divê zarok herî zêde bibin xwediyê wê derfeta gotin û bihîstinê û bi xwe vegotinê. Ev jî bi xwendina pirtûkan, bi gotina çîrokan mumkin e. Dema we ev kir û we dît zaroka we jî dest bi gotina çîrokan kiriye, zanibin we gaveke baş di biwara perwerdeya zarokê de avêtiye, lê ya ji wê jî muhimtir, zaroka we ber bi cihan û jiyaneke duristtir û ewletir a ruhî û bedenî ve avêtiye.
Ev mijar a ku her dê û bav, helbet heger xemxwir be, serê xwe pê diêşîne, meseleya balansa di navbera sûdgirtina ji teknolojiyê û têkiliyên yekser ên nav-mirovî û civakî li pêşiya wan datîne. Bi ya min her dê û bav divê vê balansê ji bo her zaroka xwe bi xwe bipîve û biryara wê bide ka wê çawa be. Yek tişt heye nabe, ew jî yek alî be û balans û mêzîn li meydanê nebin.