’’Bêguman e ko dûrketin,dûrketina mirovekî bi bîr û bawer ji nav mal, mirov û hevalên xwe, mirov dixe nava sawir, goman, tirs û pirsan; dixe nav xwezî û erê-nayên pir û danûstedinên dûr û dirêj û ne wek hev: Xwezî ez ji zûde çûbûma, xwezî ez neçûma! Çima ez naçim? Çima ez ê herim?
Min gelek caran ev reng dûrketin, dûrxistn di nav tarîxa jiyanenîgariya xwe de dîtine:  Gelek caran min xanî, mirov,dost û hevalên xwe bi şûn ve hiştine û derbeder li derve geriyame. Lê heta îro jî  hêj ew şop û bermamyiyên ko min bi şûn ve hiştine, di bîr û hişê min de mane. Çawa ko bawerim, di bîra herkesî de wilo dimênin û dereng ji bîra mirov derdikevin, yan jî bi carek dernakevin. Ji ber ko bîr, dil û dibariyên mirov bi van ve girêdayî dimînin. Ji ber ko hênê, naka û borî bi hev ve girêdayî ne û  em jî bi wan ve hatine girêdan û nikarin zû bi zû xwe ji wan dûr bikin.
Çend sal bûn ko min dixwest herim Ewrûpayê, lê ne çax û dem, û ne jî heval û hogirên min nedixwestin ez ji wan bidûr bikevim. Çawa ko sermiyanekî min jî wilo nebû ko  ez keribim xwe pê bigihînim Ewrûpayê, ko hin perên pir jê re divîbûn. Û ji ber wilo ez di van çend salan de, di nav sawir û erê-na de sersor bûm. Min nikaribû karekî bikim; hevrikê di nav bîr û baweriya min de, cîkî mezin girtibû û ez bêhavil hiştibûm.
Lê ez çi bikim? Çi karim bikim?
Di sala 1978an de xanimeke Îtalyanî, pir zana, bi hin dost û hevalan min ve hatin mala me. Gelekî gilî û gazinc ji min kir û got: ’’Tiştekî kesnedî ye ko heta niha hêj tu neçûye Ewrûpayê! Çawa yekî weke te heta niha Ewrûpa nedîye? Diviyabû ji zû de tu derketa derve’’!
Lê tenê di bersiva wê de, bi dilovanî û nermî min got:  ’’Erê xwişkê can, tu li gora dil û daxwazê xwe dibêjî. Lê ka ew mirov, ew bend û partî, ew civatên ko bixwazin û karibin min rêkin derve, min rêkin Ewrûpayê?
Wê çaxê min tê derxist ko hinek rûçikên heval û dostên min qirmiçîn, û li ber xwe ketin. Neçare û di ber xwe de gotin: ’’De eger Xwedê bê erê, em ê te bişînin Ewrûpayê’’!*
Hevokên li jorê destpêka çîroka derketina devreyî welat a Cegerxwîn e. Min ji berhema wî ya bi navê ‘Jînenîgariya min’ wergirt. wisa destpêdike.
Şairê xwediyê 10 dîwanan û bêjimar berhemên din: Folklora Kurdî, Reşoyê Darê,Tarîxa Kurdistan û berhemina din ên ku hê jî nehatine çap kirin, serencama derketina ji Suriyeyê wisa bi dilsozî vedibêje. Bo yên ku bixwazin jiyana wî ya mîna helbesteke navdixwedêr û berxwedêr bizanibin, divê berhema bi navê ‘Jînenîgariya min’ bidest bixin û bixwînin…
Heke hûn behremê bixwînên, hûnê hej bêhtir ji Cegerxwîn hez bikin!
An jo hûnê jî mîna min bibin ‘mirîdekî’ wî
*Jînenîgariya min, Cegerxwîn, Wş Apek,1999