Karkerên komirê gava avzêmê dibirrîn, rastî vê bedenê hatibûn hingê. Niha rûyê vî mirovî ji nû ve bi hunera plastîk ji nû ve hat xêzkirin. Ev wêne nîşan dide ku xwediyê vê bedenê dema miriye, tendurist û li ser xwe bûye.

Piştî ku ev laş hat dîtin, ew rakirine Britsh Museum a li Londonê û di lêkolînên radyokarbonê nîşan dide ku ew di navbera sala 2´yê beriya mîladê û 119´ê piştî mîladê hatiye kuştin. Mêrê hingê 25 salî, 168 santîmetroyan dirêj bû teqrîben 60-65 kîloyan giran bû; ti nîşan nînin bibêjin, dema ew hatiye kuştin nexweşiyek lê hebe, heta neynokên wî yên bi sihet nîşan didin ku wî karê giran berê nekiriye. Rih û simbêlên wî bi meqesekî hatine qusandin. Xwarina wî ya dawî nanekî ji keva bûye ku ji ardê genim û ce hatiye pehtin.


Dişibe rîtueleke qurbanîkirina mirovan

Kuştina wî jî ne kuştineke ji rêzê bûye: Derbeke hişk tam li ser serê wî hatiye xistin, bi îhtîmaleke mezin bi bivirekî. Derbeke hişk li pişta wî jî hatiye xistin, muhtemelen kesekî bi kaboka derb li pişta wî xistiye û parsûyekî wî şikandiye. Li dora stûyê wî benek hatiye şidandin û di heman demê de stûyê wî hatiye şikandin. Piştre jî bi halê kuştî jî qirika wî hatiye birrîn. Piştî vî karî jî ew deverû li birkeke di avzêmê de hatiye veşartin. Bi qasî ku ji awayê kuştinê diyar dibe, ev dişibe rîtueleke qurbanîkirina mirovan. Li gorî hin kesan rahibên Drûwîd ên serdema Keltan mirov qurbanî dikirin.


 LINDOW