Zerga Muhemed, çîrokên ku dayika wê û dapîra wê nexasim zivistanan jê re digotin, ji jin û zarokan re her dibêje. Bi gotinên wê, armanca wê “Vegotina çîrokan, çand û dîroka Kurdan e ji bo nifşê nû; da ku vê çandê zindî” bike.

RÛKEN GOMAN    / JINNEWS / DÊRIK

Dayika çîrokvan, Zerga Muhemed derbarê çîrokên xwe yên ku ji jin û zarokan re dibêje, wiha dipeyive: “Bi rêya çîrokên xwe ez çanda Kurdan bi zarokan didim naskirin û zindîkirin. Bi vî awayî zarokan jî perwerde dikim û wan fêrî watedariya jiyanê dikim.”

Li Kurdistanê, ev bi salan e ku li ser çand û rêûresma Kurdan zextên dijwar hatine kirin. Ji helandin, windakirin û bişaftina çandê, li beramberê vê yekê jî ji bo parastina kevneşopiya dîroka kevnar, dayikên Kurd bi vegotina çîrokan ji nifşên nû re dîrokê zindî dikin. Zerga Muhemed a 61 salî yek ji van dayikan e. Ew ji bajarê Dêrîkê ya Kantona Qamişlo ye û hîna li Dêrikê dijî. Bi vegotina çîrokan di nav gel de tê naskirin, yanî ew çîrokbêjeke navdar e. Zarok û jinên Dêrîkê her dem li derdora Dayika Zerga kom dibin û li çîrokên kevnar guhdarî dikin. Zerga li ser hest û parvekirina çîrokan ji me re axivî.

Bi çîrokan çandek zindî dibe

Zerga balê dikişîne ser hewldanên tinekirin û helandina çanda Kurdan û wiha dipeyive: “Min bi guhdarîkirina çîrokan temenê xwe derbas kir. Dema em zarok bûn, kêfa min pirr ji çîrokan re dihat. Di dema min de, me li çîrokên dayikan guhdarî dikir. Heta ku dayika me ji me re çîrok negota, em ranedizan. Dapîr û dayikên me herî zêde zivistanan çîrok ji me re digotin. Lê belê piştî ku dinya guherî, bazar û bajar guherî, dewleta Sûrî bi rejîma Baesê xwest çanda me û cîranên me tine bike, bi derketina alavên teknîkî jî dîroka çandan niha dihelînin. Armanca min vegotina çîrokan, çand û dîroka Kurdan e ji bo nifşê nû, da ku vê çandê zindî bikim.”

Zarok hem fêrî çîrokan û hem jî fêrî dîrokê dibin

Di dewamê de Zerga Muhemed behsa maneya çîrokên xwe dike yên ku ji jin û zarokan re dibêje. Li ser vê yekê ew dibêje, “Naskirina dîrok û çandê, zarok ji bo xwe weke perwerdeya herî bi wate û girîng dibîne. Ev şîretên dayikên me ne ku em çanda xwe bi vegotina çîrokan biparêzin.”

Bi zanebûn siberoja xwe diparêze 

Zerga Muhemed herî dawî tîne ziman ku divê malbat zarokên xwe ji alî û tesîrên xirab ên têknîkê biparêzin, perwerdeyê bikin esas û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her warekî jiyanê cihê perwerdeyê ye. Ji bo wê jî divê di warê fêrkirina çanda rast de em zarokên xwe bêpar nehêlin. Mirov bi zanebûn û naskirina çandê dewlemend dibe. Zarok siberoja me ne. Divê em siberoja xwe bi zanebûn biparêzin.”