Gazel Bulut, ji bo zarokên ku ji dayikên dûr an jî ligel dayikên xwe di girtîgehe de mezin bûne, pirtûka çîrokan nivîsî û got “Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin, bibin şirîkên xeyalên zarokan” Gazel Bulut a li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira girtî ye, ji bo zarokan pirtûka “Çirokên Dilop dikin (Damlayan Masallar)” nivîsand. Pirtûka “Çîrokên Dilop dikin” hat çapkirin û gihişt destê xwîneran. Bulut ji bo zarokên ku ji zarokantiya xwe dûr ketine an jî ji bo zarokên ku li gel dayikên xwe li girtîgehê mezin bûne pirtûk nivîsand û çapkir. Di pirtukê de li gel çîrokên Bulut, çîrokên Figen Yuksekdag û ve Gultan Kişanak jî cih digirin. Bulut bi xwe, ji malbatek Dersîmî ye. Li Xarpêtê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Xarpêtê xwendiye. Piştre beşa Moda û Fesaliyê ya Zanîngeha Munzurê qezenç kiriye. Di sala 2013’an de di rojnameya Ozgur Gelecek de xebitî. Bulut, di vê pêvajoyê de bi hinceta tev li çakakiyan bûye, hat girtin. Piştî 10 mehan girtî ma, bi şertê kontrola edlî hat berdan. Piştre 10 sal û 10 meh ceza lê hat birrîn û erêkirin, dîsa hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê ye. Mixabin e ku ev çîrok ne bi zimanê wê û Gultan Kişanakê ango Kirmanckî hatiye nivîsîn.

 

MA/ENQERE