Heke em di dîroka Kurdistanê de mînakên wisa lêkolînin, ne dûr ve çûyîn, hema li salên dawiyê binêrin jî, birastî jî însan dibêje tu şansê Kurdîstaniyan tune bû ku mora xwe li ser dîroka însaniyetê lênexin... Ji ber ku çîrokên dîrokî; bi baweriyê, bi seknê, bi kesayetiyê, bi tevgerê, bi şêwaz û bi her awayî, wek minakên ku sed sal carê werin jiyîn, hema di navbera çend salan de li Kurdistanê qewimîne.
Ji wan yek jî, sekna Kemal Pîr e. Kemal Pîr, di mercên dijwar de, ew merc ku hilma însaniyetê pûç û qut kirîbû û dixwest mirovahî tevda têk bibe, di nav vê mercên tarî de rabû li ser piya û di dadgeha desthilatdarî ya zordestiyê de, ji dadmendê ceberut re, hema rûbirû, gotina xwe ya teqez û dawî got: “Em jiyanê, qasî ku ber wê bimirin, hezdikin.” Ev yek, ne tenê cesaret e, ne tenê bêtirs bûn e jî, di heman demê de hişmendiyek e, ramanek, têgihîstinek, zanyariyek, xurtbûnek, bidil ve şoreşgerbûn û her wiha xwedî kesayetiyeke dîrokî bixwe ye.
Gava ku dîrokeke wisa li ber çavên hunermendan dimeşe jî, ew hunermend ne kor û ne ker bin, divê ew dîrok bi awayekî hildin ku mijara hunera xwe û bi berdela êş û keseran be jî divê rayê însanan bidin û firsendê wendabûn a vê yekê ji holê rakin. Me jî, ev sê sal tije bû ku tenê ji bo xêra ev gotina dîrokî ya Kamel Pîr be jî, bi sûdgirtina pirtûka Fuat Kav ya heman navî ya “Siwarê Şîn” filmek çêkir û tevî kêmasiyên wê yê heyî me pêşkêşî temaşevanan kir. Lê em jibîr nekin ku bûyera Siwarê Şîn jî bi xwe dîrokek e.
Min vê sibehê dixwast li ser bûyereke dîrokî ya din, ango li ser çalakiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gökhan a li ser xetê binivîsim, lê bi awayekî tesaduf, rastî nirxandin û rexnekirineke (bi kurdî) li ser Siwarê Şîn hatim. Min jî got hema beşek be jî, ji we re parve bikim.
Ardîn Dîren doh nivîsiye. Fermo...
“Stran, henek, çêr û uslûb... Stran û xeyal, hevîyên mirov zindî dihêlin. Strandin serînetawindin bi xwe ye! Strandin tê wateya; ez heme û hêj nemirîme. Di nava şert û mercên herî xirab de jî dîlên Siwarê Şîn dev ji henekan bernadin. Henek ji bo moral û motivasyona mirovan tiştekî girîng e. Dîlên Siwarê Şîn bê nefes û av dîsa di ciyekî de bi henekekî ber dilên
hevalên xwe xweş dikin û wan dikenînin. Ken; dijminê xedariyê ye! Ken; av û nefes! Ken; dansa jiyanê... Dîlên Siwarê Şîn li gel ewqas tiştên neyênî dîsa jî henakan dikin û dikenin. Bi gotineka din di navenda mirinê de staran dibêjin û dans digrin. Dîsa mirov dikare bibêje ku çêr jî refleks an jî bertekeka xwezayî û însanî ye. Lê di wextê wî û ciyê wî de. Her çiqas di felsefa PKK’ê çêr, xeber û gotinên erzan tunebin jî carna hinek dîlên serhildêr xwe nagrin û kesên ji wan re didin xeberan (ev kes bi gelempêrî leşkerên bi rutbe ne) ew jî bi xeberan bersiv didin wan û bi zimanên wan diaxivin. Weke dîlê bi navê “Remzî” ku xwe nagre û dilê xwe rehet dike. Lê çi dibe bila bibe ev sekn ya dîlên PKK’ê ye û gere neyê bikaranîn. Beriya çêr were gotin te dît rêvebirek dikeve navberê û hevalê xwe îkaz dike û dixwaze aram be. Ev jî wisa dibe zafek caran; “Heval uslûb!”
Uslûb girîng e. Uslûb havênê giyana mirov e. Ramanên mirov bi uslûba mirov xurt dibin. Sekn bi uslûb xwe çê dike. Lewma uslûba şoreşgeriyê pêwîst e ewqas ne erzan û ji rêzê be.
(...)
“Heval uslûb!” yanî nebe weke dijminê xwe û bi zimanê wî yê erzan neaxive. Xwe neyne asta wî ya ku ji sincê mirovahiyê dûr ketiye. Dîlên Siwarê Şîn zû bi zû teslîm nabin. Hinek hewldidin ku camê bişkênin, hinek tenê ji bo hilmekê be jî dikevin pey derxistina vîdekî û hinek jî ji bo hevalê xwe fedekarî dikin nahêlin ku xwe berdin û bikevin... Ne bêhndayîn, ne nan, ne av û ne jî nefes... Siware diçe û dîl bi mirinê re şer dikin...
(...)
Ev fîlm hinek dişibe fîlmê Hunger (Birçîbûn) ku li ser girtiyên ÎRA hatibu kişandin. Di fîlmê Hunger de jî dîlên ÎRA’yî nêzîkatiyên girtîgehê napejirînin û dikevin greva birçîbûnê. Di vî filmê de jî kamera qet ji hepsê dernakeve û em jî bi wan re di hepsê de dijîn. Di hêla atmosferê de her du fîlm nêzîkî hev in. Lê fîlmê Siwarê Şîn bêtir di mekan ango ciyekî teng de hatiye kişandin. Weke encam mirov dikare diyar bike ku bi zimanê xwe yê sînematografîk jî filmê Siwarê Şîn, pêleka nû ye di sînemaya Kurdî de. Vegotineka estetîk hatiye afirandin û senaryoya ku ji ber rastiyekê hatiye sazkirin di Siwarê Şîn (wi mekanê teng û zor) de baş hatiye ravekirin an jî sêwirandin. Ev fîlm, zimanekî propagandaya erzan hilnebijartiye û bandora sînemayê ya li ser mirovan carek din nîşanê me da ye. Lewma jî ciyê fîlmê Siwarê Şîn him ji ber bûyerê û him ji ber zimanê ku hatiye afirandin wê her tim cûda be di sînemaya Kurdî de...”
Çîrokên dîrokî
Di jiyana mirovahiyê de hin bûyerên were diqewimin ku tenê bi ser xwe dîrok in, an jî carina hin bûyer xwedî bandorên wisane ku, dîrok bi xwe, bi van bûyeran ve diafire, tê nivîsandin. Diroka civakan jî bi xêra van bûyeran ve dimeşe û bi cîh dibe.