FIRAZ BARAN / CENEVRE
Meşa Cenevre-Strasbourgê dûşemê dest pê kir. Li bajarê Kolnê em çar kes hatin ji bo meşê: Hozan Şemdîn, şanoger Amele, hunermend Zahir Loran û ez. Piştî 9 saetan em hatin Cenevreyê. Li ser rê bi Hozan Şemdîn re me li ser kilamên şehîdan deng kir. Şemdîn heft kilam çêkirine ji bo şehîdan: 25ê Gûlanê, Bêrîvanê, Felekê, Nabe, Lê Amedê, Ey Firat û Aram Dîkran.
25ê Gûlanê
Di 25ʼê Gulana 1988ʼan de neh gerîla li Benavokê (Botanê) şehîd dibin. Ji wan Ferhan (Osman Sarikuş) ji nêz ve nas dike. Hozan Şemdîn ji Îdirê ye. Di nav şehîdên Benavokê de sê gerîlayên ji Îdirê jî hene: Cemşêd (Ahmet Kesip), Nezir Alagoz û Îhsan Çirkan.
Piştî xeber a şehîdbûna wan Hozan Şemdîn kilama 25ʼê Gûlanê dinivîse û mûzîkê çêdike. Paşê jî di berhem a xwe a bi navê Ala Rengîn de dibêje. Şemdîn dibêje, “Em Birûkî ne, Ahmet Kesip Celalî ye. Destpêka salên 80ʼyî mînak bû ji bo Serhadê. Rêxistin li Lubnanê bû û tekîliyên hevalan qut bûbûn. Lê heval Ahmet, Ekrem Kayalar û çend hevalên din li Serhadê rêxistin temsîl kirin û tekoşîn dewam kirin.”
Ey Firat
Di nav kilamên wî de “Lê Amedê” ya li ser şehîd Vedat Aydin gelekî tê nasîn. “Lê Amedê” bû navê kaseta nehan a Koma Berxwedanê jî. Di hilbijartinan de gelek caran ji mûzîka vê kilamê gelê Kurdistanê moral girt.
Lê kilameke Hozan Şemdîn heye ku mûzîka wê gelek xweş e û gotinên wê jî gelek bi mane ne: Ey Firat.
Kilama Ey Firat li ser Şehîd Firat (Zeynel Akyar) e. Hozan Şemdîn di kaseta Koma Berxwedan a bi navê Bi Mevanên Xwe Re de ev kilam gotiye. Şehîd Firat û Hozan Şemdîn sala 1988ʼan hevdû nas dikin. Şehîd Firat sala 1992ʼan li navçeya Sêrtê Xana Hewêl şehîd dibe. Wî çaxî, Şemdîn li Hollanda ye û malbata Akyar jî li wê derê ye, û ew li wir hevdû nas dikin.
Şehîd Firat nameyekê ji malbata xwe re dinivîsîne û dike bêrîka xwe ya paşilê. Di şer de gule li ser nameyê, li dilê wî dikeve û xwîna wî dide ser nameyê. Ew nameya bi xwîn, heval ji malbatê re dişînin. Hozan Şemdîn dema ku wê nameyê dibîne, gelek tesîr dibe û vê kilamê dinivîsîne:
Name şandiye Baykane
Cem heval û hogira
Bi xwîna sor nivîsiye
Bang dike xwuşk û bira
Rabin rabin azad bin
Bin destê hov û gira
Rêya hevalê Firat
Roniya wekî çira
Ey Firat Firat Firat
Tu xortekî ciwanî
Ey heval Zeynel Firat
Şêrê serê çiyanî
Di nav refên gerîla
Rêzan û komandanî
Nav karwanên şehîdan
Tu sembola xortanî
Kilamên Din
Kilama Bêrîvanê li ser Şehîd Bêrîvan (Binevş Agal) e. Ew destpêka sala 1989ʼan li Cizîrê şehîd bû. Hingê bû sembola şoreşgerên jin. Piştî şehadeta Bêrîvanê bi sedan jinên Kurd tevlî şoreşê bûn û bi hezaran zarokan jî navê Bêrîvanê hilda.
Hozan Şemdîn û Şehîd Bêrîvan li Lubnanê hevdû nas dikin. Hozan Şemdîn, Bêrîvan, Mizgîn û Dilar (Turkan Îpek) di şahiyan de govendê digirin û stranan dibêjin. Mûzîka strana Bêrîvanê wek şîn û xemgînî ye û rengê gelerî de ye. Hin gotinên stranê wisa ne:
Bêrîvanê Bêrîvanê
Tu xezala serê çiyayê Kurdistanê
Tu zengilê lêxistina serhildanê
Tu şehîda me Kurdanê
Harçî kesê bi xîret û bi namûs e
Bila bikevin nava şerê serhildanê
Bêrîvanê li Cizîrê şer bilind kir
Navê xwe yî şîrîn bi sembol kir
Dilê dosta şa kir
Dilê dijmina tijî kul kir
Kilama Felekê jî li ser Mazlum Doğan, Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pîr û Ferhat Kurtay e. Ango li ser şehîdên zindan a Amadê ye.
Di destpêka salên 90an gelê me yî Başûr li ber zilma Saddam hatin Bakûr û bûn penaber. Hela Bakûr jî gelê me yê Botan li ber zilma dewlat a faşîst a Tirk çûn Başûr û bûn penaber. Wan çaxan, dagirkerên Tirk serê gerîlayên şehîd jêdikirin û wêne digirtin. Wan ew wene ji malbata xwe re dişandin. Hozan Şemdîn di kilama Nabe de li ser van bûyeran dibêje:
Nabe nabe dayê nabe
Bila text û tacê gur û çeqalan
Ber û ba be
Kê dîtiye kê bînaye
Însan serê meriya jêke bi de destê xwe de
Pesnê xwe bide
Bi hovîtî pê re şa be
Hozan Şemdîn di albûma xwe ya bi navê Tevna Jînê de stranek li ser hunermend Aramê Dîkran gotiye. Li ser çîroka vê stranê dibêje, “Min ji bo xizmeta wî awazek çêkir. Helbestvan Eskerê Boyîk re ez axivîm. Min rîca kir ku bila li gorî vê mûzîkê li ser mamoste helbestekê binivîsîne. Eskerê Boyîk jî helbestek nivîsand. Di nav gotinên helbestê de xêncî Kurmancî gotinên bi zimanê Ermenî jî hene.”
Hozanê gelan
Aramê Tîgran
Îmlav axpêr can
Halal axpêr can
Ji bo Reber Apo ji 2012ʼan ve her sal meşên dirêj çêdibin. Hozan Şemdîn jî her sal tevlî bûye û rojane 20 ta 30 kîlometroyan meşiyaye. Li ser meşan dibêje, “Ez û Amele her sal em tên. Carekê 520 kîlometroyan em meşiyan. Carekê 18 rojan, carekê 14 rojan, carekê 12 rojan em meşiyan. Her tim meha Sibatê bû. Çiyayê Alpê carna di bin sifirê re 20 derece bûn û em meşiyan. Simbelên me qeşa digirtin. Lê em bi coş dimeşiyan. Îsal jî gelek hevalên me yên hunermend jî tevlî meşa Cenevre û Strasbourgê dibin. Em malavahiya wan dikin û ji hemû meşvanan re serketinê dixwazin. Heyanî Rêber Apo azad bibe ev meşa me wê dewam bike.”