CUMA MIHEMED/ZANA SEYDÎ
ANHA/ KOBANÊ
Ednan Elî çîrokên şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê ya Kobanê di pirtûka bi navê “Jînameya Şehîdên berbanga sibehê” de kom kirin.
Ednan Elî beriya 3 meh û nîvan dest bi berhevkirina çîrokên şehîdên komkujiya Kobanê û Berxbetanê kir. Armanca wî ji berhevkirina wan ew e ku çîrok û serpêhatiyên wan bike pirtûk. Ednan bi hevkariya Îlham Misko ji destpêka meha adara borî ve dest bi berhevkirina çîrokan kiriye.
Du beş in
Pirtûk du beş in, beşa yekemîn çîrokên şehîdên Berxbetanê ne û beşa duyemîn jî çîrokên sehîdên Kobanê ye. Ednan beriya du mehan beşa yekemîn bi dawî kiriye û ji bo çapê şandiye Qamişlo û niha di van rojan de li benda pirtûkê ye da ku weke diyarî li malbatên şehîdên komkujiyê belav bike.
Bavê wî jî yek ji qurbaniyên komkujiya 25’ê Hezîranê ye
Edanan armanca nivîsîna pirtûkê wiha anî zimên: “Di dîrokê de gelê Kurd li rastî gelek komkujiya hatiye. Ev komkujî nehatina belgekirin. Lewma min xwest ku em vê komkujiyê bi belge bikin da ku her di bîra dîrokê de bimîne.“
Ednan behsa astengiyên ku li rastî wan hatine kir û got: “Ji ber ku em di karê nivîsînê de nû ne, em di warê teknîkî û nivîsê de rastî gelek astengiyan hatin. Lê ew astengî nebûn kelem li ber derketina beşê yekem ê pirtûkê.”
Ednan heta niha hîn dest bi nivîsandina beşê duyemîn ê pirtûkê nekiriye. Bavê Ednan Elî jî yek ji qurbaniyên komkujiya 25’ê Hezîranê ye.
233 sivîl şehîd bûbûn
Çeteyên DAIŞ‘ê di 25’ê Hezîrana sala 2015’an de li bajarê Kobanê komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de li Kobanê û Berxbetanê 233 sivîl şehîd bûn.