Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo ya HPG’ê Medet Serhat bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd û da xuyakirin, ku xwerêveberî vîna civakê ye, sîstema xweparastinê ya civakan e û destnîşan kir, ku berxwedanên heyî pêşî li qirkirina Kurdan girtine.

Serhat, li dijî zext û zora dewletê ya li ser gelan bal kişand ser girîngiya xweseriya demokratîk û destnîşan kir, ku xweseriya demokratîk weke qutbûna civakê ji dewletê dikare bê pênasekirin.

Serhat got, “Di nava xweseriya demokratîk de her etnîsîte (ev yek dikare gund jî be) xwedî mafê gotin û biryarê li ser ziman, nasname, jiyana xwe ya civakî, çand û bi xwe ye. Rêvebirina xwe bi xwe ya civakê û gelan e. Bi vê yekê re civak xwedî erka gotin û biryardayînê ye. Li ser navê xwe polîtîkayê dimeşîne. Mirov dikarin ji vê re bêjin; demokrasiya yekser. Navê ‘xwerêveberiya neteweya demokratîk’ jî dikare lê were kirin.”


‘Ji kîjan ziamîn fêm dike…’

Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo ya HPG’ê Medet Serhat diyar kir, şerê taybet dema bi kuştina spî û nerm encamê negire, yekser serî li komkujiyan dide û wiha axivî: “Dijmin ji kîjan zimanî fêm dike, divê bi wî zimanî bersiv were dayîn, divê mirov li ser xaka xwe bimînin û li ber xwe bidin. Konsepta şerê taybet a herî girîng a niha TC dimeşîne, koçberkirina gelê Kurdistanê ji cih û waran e. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e, ku ciwan bi şer bersivê bide û gel jî li ser xaka xwe bimîne û jiyanê ji nû ve ava bike.”

Serhat ragihand, ku ya heyî rewşa şer e û destnîşan kir, ku di rewşa şer de jî aliyê zor û şîdetê yê xweparastinê dikeve dewrê.


‘Nebûna xwexarastinê teslîmiyet e’

Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo ya HPG’ê Medet Serhat diyar kir, aştiya bêyî xweparastina leşkerî; dikare veguhere teslîmiyet û koledariyê û got, “Di rewşa heyî de jî bi temamî civaka Kurd, parêzvanên demokrasî û mafên mirovan hedef digire. Li hemberî vê yekê, li eniya Tirkiyeyê divê em weke Kurd, çepa Tirkiyeyî, sosyalîst, hêzên demokratîk exlaqî-olî û demokratên lîberal bi awayekî topyekûn bersivê bidin. Çi ji destê kê tê divê bike. Ev yek dibe ku qîrînek be, dibe ku avêtina kevirekî be, dibe ku her şêwe çalakiyên radîkal be. Girîng e helwesteke bi vî rengî were nîşandan.”

Serhat di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana bi heybet a dîrokî ya ciwanan û destnîşan kir, ku divê ev berxwedana ciwanan bi tevlîbûnên nû bê xurtkirin û mezinkirin.



JIYAN AMARGÎ / DEMHAT TOLHILDAN/ANF/BEHDÎNAN