Bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Rêveberê Komîteya Wêje ya girêdayî Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Berxwedan Botan di hevdîtineke bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA’yê re diyar kir ku ziman, civak û çand bi hevûdu ve girêdayî ne û bi riya zimanan civak tên naskirin û destnîşan kir ku derketina zimanan di serdemên borî de şoreşa herî mezin a mirovahiyê ye.
Botan di dewama axaftina xwe de got, pişaftin û tinekirina gelek zimanan berpirsyariya sîstemên dagirker û dewletên netewperest e û weha peyivî: “Dewletên netewperest zimanan naparêzin û berevajî ew zimanekî li ser zimanên din ferz dikin û rê li pêşiya bişaftinê vedikin.”
Botan got, bi derketina dewletên netewî beriya nêzî 200 salan û şerên di navbera van dewletan de gelek ziman û bi taybet li herdu parzemînên Emerîka û Awûstraliya hatin tinekirin.
Botan derbarê 21’ê sibatê de ku Netewên Yekbûyî wekî roja Zimanê Dayikê diyar kiriye, got, ji ber ku ev dewletên niha hene guh nadin vê rojê. Botan derbarê êrîşên dewletên dagirkerên Kurdistanê de yên li dijî çanda Kurdî û bi taybet di ser zimanê dayikê re axivî û got, armanc ji vê yekê ew e ku piştî ku nikaribûn bi awayekî fîzîkî kurdan têk bibin, niha hewl didin çand û rihê gelê Kurd tune bikin. Girtina dibistanên zimanê kurdî li Amedê jî ji aliyê dewleta Tirkê nîşana vê yekê ye.
Botan da zanîn ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku tecurbeya xwe ya demokratîk dest pê kiriye û perwerdeya xwe bi zimanê zikmakî dibîne, rastî êrîşên dijwar tên û wiha da xuyakirin: “Sîstemên dagirker baş dizanin ku bi perwerdeya zimanê zikmakî kesayetekî/e azad û civaka azad ava dibe. Ev yek jî ne li gorî berjewendiyên wan in.”
Botan di dewama axaftina xwe de got, civak zimanê xwe diparêze û tu carî dewlet parastina zimanan nake. Nîşana vê yekê ya herî berbiçav gelê Kurd e. tevî hemû siyaset û hewldanên pişaftina zimanê kurdî, gel karibû zimanê xwe tevî ku nedihat perwerdekirin jî heta niha biparêze.
Rêveberê Komîteya Wêje ya girêdayî KCK´ê Berxwedan Botan di dawiya axaftina xwe de got, sîstema netewa demokratîk ji bo parastina zimanan çareya herî guncaw e. Di vê sîstemê de hemû netew dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeya xwe bibînin û zimanê xwe vejînin û tu zimanên din li ser nayên ferzkirin.
MÊRXWAS CELEMÊ/ANHA / BEHDÎNAN