Kongre di şexsê Mehmet Tûnç de diyarî berxwedêrên li bajarên Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan hat kirin.  Hevseroka KCD-E Dilşah Osman, Nûnerê PYD’ê Loûran Manjoû, Nûnerê Mîdîa Serdar Emîn, nûnerê Partiya Komunîst a Fîlîpînê û HTÎB axivîn. Nûnerên Heyva Sor ên li Hollandayê jî beşdarî kongreyê bûn. Ji bo Hevserokatiya Herêma Amsterdamê ya Meclîsa Civaka Demokratîk Humeyra Yildirim û Mûsa Başpinar hatin hilbijartin. 


 AMSTERDAM




Jiyana wê her şer bû 


Li bajarê Elmanya Stûttgartê, bi wesîleya 8’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin û jiyana Sakîne Cansiz hat vegotin. Çalakî ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) û Navenda Çep a îlo Herrmann ve hat organîzekirin û bi qasî 50 jinên ciwan tevlî bûn. Di panela bi moderatoriya Tîna Moller a ji Însiyatîfa Stûttgartê de, Berdevka YXK’ê ya Stûttgartê Dastan Jasîm axivî. Di bîranînê de dokûmantera li ser şoreşa jinê ya li Rojava û şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz hate nîşandan.


 STÛTTGART





Li Kolnê 3. kongre 


Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Elmanya Kolnê, 3. kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreya li Navenda Civaka Demokratîk de tevî Kurdistaniyan, nûnerên rêxistinên çep ên Tirkiyeyî, komên ji baweriyên cuda û partiya MLPD a Elman amade bûn. Di encama hilbijartinê de Yildiz Fîlîmcî û Îmam Can careke din ji bo Hevserokatiya NCDK a Kolnê hatin hlibijartin. Ji bo 12 komîsyonan jî 70 kes hatin hilbijartin.


 KÖLN