Gava tirsonektî di hundirê civakekê de cih girt û bihêz bû, wê gavê xwe newestînin û neêşînin, xwe bi xwe bihêlin, ewê heta ku binî dibîne wê biçe, dawiya wî teqîn e, bi nasihat nayê rê. Ji ber ku tirsonektî her tim weke cinawirekî birçî, dor nirxan dizivire û zikê xwe bi nirxan diwerimîne, zedetir jî nirxên exlaqî û wijdanî dixwe...
Binêrin di van gavên dawî de, her kes wer dizane ku li Tirkiyeyê niqaşên Roboskî û nizam kurtaj û her wekî din têne kirin. Lê di rastiya xwe de niqaşên ku li Tirkiyeyê tên kirin, temam li dora tirsonektiyê ne. Temam nîqaş, bênav û bê wate di nava tirsonektiyê de dizivire û tevdigere. Li çapemeniyê binêrin, li rojnameyan, li zaningehê, pisporên stratejiyê û nizam çi û çi, her roj, her êvarê, her şev dibin mêvanê her kesî, derdikevin ser dikê, ser ekranên televizyonan, peyvên Recep Tayyip Erdogan şirove dikin. Ev rewş, bi xwe tirsonektiyeke derê hanê ye. Ji ber ku, tu peyvekî Erdogan jî nîne ku mirov bi xebatekî cidî ser bisekine û kûr bibe.
Tu lê dinêrî hin peyven dîn, genî û har, li meydanan bazdidin, paniyê xwe didin pişta xwe û belavî nav civakê dibin, hin nivîskar û pispor jî wekî soz û gotinên cidî, ilmî, wekî peyvên xwedî îrfan, an jî binirx, pêve mijûl dibin û niqaşan dikin, gel jî di nav vê dîn û hartiyê de nizanin çi bikin.
Em bêjin Roboskî...
Roboskî, bi rastî jî ne tenê Roboskî ye. Êşa Roboskî, ne tenê dilê dayikên Roboskiyê dişewitîne. Roboskî bi xwe di nava civaka Tirk de jî trawmayeke mezin dihecîne û nexweşiyeke bêderman ava dike. Nivîskarên Tirk, pispor û siyasetmedarên Tirk, zana û xwedî fikr û ramanên Tirk, hemû di nav êşeke psikolojî de diricifin. Di nava vê nexweşiya psîkolojiyê de qibleya xwe şaş dikin û dikevin hev... Jiber ku biçukxistin jî heya astekê ye. Lêxistin, lêdan û çoxistin jî heya demekê ye. Hêdî hêdî hin kesên ku heya niha piştgirî didan hikûmetê jî niha bi wijdanê xwe re dikevin nava şereke mezin.
Em ji bîr nekin, di vê pêvajoyê de ên ku heya niha bi ser xwe sekinîne û bi helwesteke xurt disekinin jî hene. Hin ji wan li girtîgehê, hin ji wan jî li derva ne. Bi nêrînên tirsonek, gerek wan kesên ku dijî hikûmet li berxwe dan heya niha êş bikşandana. Lê yên ku li ber xwe didin hîn jî li ser piyan e, berewajî ên ku tirsyan û serê xwe dan navê şeqên xwe, niha di nav nexweşiyeke mezin de ne. Li gorî lêkolînen tendurîstiyên civakî, her ku diçe ev nexweşî di nav civakê de belav dibe. Van rojên dawî ji aliyê kuştin, tecawiz, pefçûn û şerên malbatî jî nexweşî hê zêde bûne.
Ev buyer û rênîşanên nexweşiyên civakî ku derdikevin holê, bandorên xwe didin rojnameyan jî... Herî dawî rojnameya Yenî Şafak, nivîskarê xwe ya bi nav Alî Akel danî ber dêrî. Ahmet Altan navbera xwe û cemaetê xira kir, benê xwe bi Erdogan re qetand, di nava AKP’yê jî bêhizurtî êdî nikare were veşartin. Her çiqasî em dikarin bêjin heya niha stuyê xwe li ber Erdogan  xwer kirîbûn jî Dengîr Mîr Firat û Huseyîn Çelîk jî wek zarokên sêwî bitirs in û nikarin ber hêrsbûna Erdogan çi bêjin.
Ez bi navê xwe, di demeke nêz de, di nava hikûmetê de benda tiqîneke mezin im. Ji ber ku nexweşiyên tirsê, dawî ya dawî wê bi teqînekê mezin ve biteqe. Ji ber ku tengaviyên ku ji tirsê dizê jî ne bêdawî ye. Civak heya dawiyê bi tirsê nikare bijî... Civaka tirsê demborî ye...