
Akademiya Nûrî Dêrsimî ku li gelek bajarên rojavayê Kurdistanê sazîbûna xwe ava dike û di gelek milên çand, huner û hwd. de de welatiyan perwerde dike. Akademiyê ku li Girkê Lege, Rimêlan, Qamişlo, Dirbêsiyê, Tirbespiyê yên girêdayê Kantona Cizîrî de şaxên wî hene ê niha jî ji bo ku li Hesekê, Serêkaniyê, Tiltemir, Amûdê û Dêrikê jî şaxan ve bike xebatên xwe didomîne. Heta dibin navenda Akademiya Nûrî Dêrsimî ya ku li Qamişlo ye û şaxên wî de bi hezaran welatî hatine perwerdekirin.
Akademiyên bi awayên meclisan bi teşe dibin, ji lijneya rêveberiya ku ji 7 kesan pêk tê û lijneyên rêveberiyê jî ji rêveberiya 3 kesî pêk tê.
Di akademiyê de bernameyên dersan li gorî hewcedariyên civakê tê diyarkirin. Paraznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîroka Kurdistanê, dîroka Têkoşîna Azadiya Kurd, dîroka jinan û gelek dersên der barê guherîna civakî de tên dayîn. Dîroka Rojhilata Navîn û Kurdistanê, şoreşa çandiniyê ya neolotîk ji feraseta serdestan dûr bi feraseta dîrokek nû tê vegotin. Fealiyetên dibin baneya akademiyê de ji aliyê sê komîteyan ve yên wekî; ‘perwerde, zanist û huner’ ve tên rêxistin kirin. Dersên wekî; ‘fizîk, biyolojî û matematîkê komîteya zanistê, dersê helbest û wêjeyê komîteya hunerê û dersê qasa veguhestina civakî jî komîteya perwerdehiyê’ dide.
Dersên li akademiyê
Dibin baneya akademiyan de di perwerdehî bi giştî bi zimanê Kurdî tê dayîn. Ji bo gelên din yên Rojava jî dewreyên perwerdehiyê tên dayîn. Heta niha ji bo suryaniyan du dewre hatine destpêkirin û rayedarên akademiyê diyar kirin di demê pêş de dê vê zêdetir bikin.
Yek ji Rêveberiya Akademiya Nûrî Dêrsimî Huseyîn Fadil der barê dersên li akademiyê de axivî û wiha got: “Di akademiyê de dersên wekî; ‘rejîma heqîqetê, dîroka şaristaniyê, şoreşa gund a jinan a neolotîk, dîroka Kurdistanê, dîroka Tevgera Azadiyê, dîroka jinan, erdnîgariya Kurdistanê’ tê dayîn û di perwerdehiyan de herî zêde jî parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eleqeyeke baş dibînin.”
Çima Akademiya Nûrî Dêrsimî?
Huseyin Fadil di mijara navê ku li akademiyê hatiye dayîn de axivî û wiha got: “Gelê Rojava Nûrî Dêrsimî ji nêz ve nas dike. Yanî hinek wek helbestvan dibînin, hinek wek kesayetek dîplomatîk. Hinek wek dîroknas, hinek wek şexsiyetekî ku ji serhildana Dêrsimê xilas bûye û hatiye Rojava dibîne. Lê di encamê de li cem gelê Rojava cihê wî gelek girîng e. Ji ber vê jî me navê akademiya xwe Nûrî Dêrsimî danî.
Bi roj perwerde bi şev nobed
Huseyîn Fadil destnîşan kir ku dema akademî hatine vekirin, li Rojava pevçûnên dijwar dihatin jiyîn û wiha pêde çû: “Di serê mehên havînê de li vir pevçûnek dijwar hebû. Êrîşên çeteyan hebûn. Lê me navber neda perwerdehiyan. Kesên tevli perwerdehiyan dibûn heta sibehê jî li cihên nobedê cih girtin. Sibehê jî dihatin perwerdê. Ev fedakariyeke gelek mezin a ku li tu derê nehatiye dîtinê ye.”
NÊRGIZ BOTAN
ANHA/DÊRIK