Ji bo 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku 16’ê Îlonê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi dirûşma “Azadî ji Serok Apo re, Statu ji Kurdistanê re, Aştî ji Rojhilata Navîn re” tê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin. 

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, cara yekê sala 1992’an li bajarê Elmanyayê Bochumê hat lidarxistin, bi rengekî kevneşop her sal dewam kir û îsal cara 25’an tê lidarxistin. Festîval wê 16’ê Îlonê li bajarê Kolnê pêk were. Tê payîn bi qasî 100 hezar kesî tevlî vê festîvalê bibin. Li gel peyamên xwe yên siyasî, festîval xwedî bernameyeke dewlemend a çandî ye. Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer, ku endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê ye, diyar kir ku amadekarî hemû qediyane û got, ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava, silavkirina xweseriya Şengalê divê tevlîbûneke xurt li festîvalê bê kirin.

25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê 16’ê Îlonê li bajarê Koln ê Elmanyayê li navnîşana “Deutzer Werft , 50679” saet di 11:00 de dest pê bike.

Di bernameya çandê ya festîvalê de Cemîl Koçgirî, Orkestra Tehsîn Xidir MA, Jala, Koma Berxwedan, Koma Dengê Mezopotamya û komên govendê yên TEV-ÇAND’ê hene. 


 KOLN