Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roja destpêkê wê weke Şêwira Neteweyî derbas bibe û hemû beşdar wê bîr, bawerî û dîtinên xwe der barê pirs û pirsgirêkên navxweyî û yên derve de bînin ziman. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama roja destpêkê de wê deklarasyoneke hevpar jî bê belavkirin.

Konseya Rêveber da xuyakirin ku di roja duyemîn a Civîna Giştî de jî wê endamên KNK'ê li ser kar û bar, polîtîka û perspektîfên pêşerojê yên KNK'ê dîtin û pêşniyarên xwe bînin ziman.  Hat ragihandin ku Civîna Giştî de wê li li ser bername û rêziknameyê jî guhertin bên kirin û bi vî rengî KNK bê nû û xurtkirin.  Konseya Rêveber a KNK'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku medyaya Kurdistanê ji bo civîna giştî hatiye vexwendin û yên vexwendîname negihaştibin wan jî xwest, cihê xwe di civîna giştî de bigirin. 

BRUKSEL