Civata Rewşenbîrên Azad a Berlînê kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di kongreyê de ji Başûr û Bakûrê Kurdistanê hejmarek rewşenbîr û şopînerên wan amade bûn. Di dawiya kongreyê de rêveberiyeke nû hat hilbijartin.

Kongreya asayî ya Civata Rewşenbîrên Azad a Kurd li paytexta Elmanyayê Berlînê bi beşdariya rewşenbîrên Kurd û şopdarên wan hat lidarxistin.

Kongre li aşxaneya Anatolya bi rê ve çû. Piştî hilbijartina dîwanê, raporên xebatê û darayî hatin xwendin.

Serokê berê yê Civata Rewşenbîrên Azad Tariq Heso rapor xwend. Wî got, par bi giştî 49 semînerên li ser babetên dîrokî, wêjeyî û sîyasî ji aliyê nivîskar û lêkolînerên Kurd ve hatine pêşkêşkirin, 3 atolye hatin organîzekirin.

Piştî erêkirina raporan hilbijartina rêveberiya nû hat kirin. Di encama hilbijartinê de Kurmanc Harikî, Îbrahîm Spîndarî û Yeko Ardil ji bo rêveberiya nû hatin hilbijartin.

Di nîqaş û pêşniyazan de hat xwestin ku semîner û gotarên civatê di arşîvekê de bên parastin. Her wisa nebûna jinan a di nav xebatên civatê de jî weke kêmaniyeke girîng hat destnîşankirin.

Hêjayî gotinê ye ku Civata Rewşenbîrên Azad a Kurd ev deh sal in li Berlînê gotar û semînerên zanistî bi rêk dixe.

 

BERLÎN