Di civîna KNK’ê ya ku 26-27. 05.2012’an de li Belçîka li dar ket, piraniya axaftinan li ser rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûn. Kesên beşdarî civîna berfireh bûn, çi nûnerên partiyan û çi jî kesayetiyên serbixwe, hemûyan girîngiya rewşa Kurdên Rojava û Sûriyeyê anîn ziman. Axaftvanan diyar kirin, ku pêwîste netewa Kurd destetkê bide Kurdên Rojava û bi hemû derfetên xwe piştgirtiya wan bike. Jixwe di encamnameya civînê de jî biryara lidarketina konfransekî berfireh derbarê rewşa Kurdên Rojava de hate stendin.
Di konfransa mijara gotinê de, divê hemû hêz û partiyên Rojava amede bin û ji bo xwestekên Kurdên Rojava û Sûriyeyê xwedî yek helwest û yek gotin bin. Yekhelwesta Kurdên Rojava û lihevkirina li ser yek xwestekê, dê kar û barên Kurdên din jî hesantir bike. Eger Kurdên Rojava li ser xwesteka ‘Xweseriya Demokratîk’ an jî ‘Fedralîzmê’ li hev bikin, ew ji bo tevahiya hêz û partiyên Kurdên beşên din yên Kurdistanê dibe xwesteka hemû Kurdên Rojava. Bi vê yekê re, alîkarî û piştgirî dikare li ser esasê lihevakirina Kurdên Rojava were kirin.
Ev konfrans dê di bin sêwana KNK’ê de were amede kirin. Jixwe piştî civîna vê dawiyê ya KNK’ê hat diyar kirin ku hemû hêzên Kurdistanî yên mezin û xwedî bandor vê kongreyê mîna sêwana netewa Kurd dibînin û qebûl dikin cihê xwe li jêr serweriya wê bigrin. Me ev yek di civîna dawî de baş ferq kir. Nûnerên hêzên başûr û bakur yên mezin hemû amede bûn. Atmosfêrek xweşbîn hebû. Xuyaye ku hêzên Kurdan di vê qonaxê de gelekî nêzî hev in û rihetiyek heye.
Ji ber rewşa Sûriyeyê û amedekariyên gelê Kurd li rojava yên ji bo bidestxistina mafan di çarçofeya vî welati de, helwesta KNK’ê taybet bû. Hat diyar kirin ku Sûriyeyê di demek dîrokî de derbas dibe û ev dem ji bo Kurdên Rojava qonaxek çarnûsyane ye. Ewê çarnûsa wan ya pêşerojê diyar bike. Eger rejîma Beşar Esed birûxê divê Kurdên Rojava dawî li qonaxa zulim û zordariya ku li wan hatibû kirin, bînin. Divê karibin bi serê xwe heremên xwe bi rêve bibin û nasnameya wan di destûra bingehîn de bête naskirin. Divê ew xwe ji hemû cûreyên şerê navxuyî biparêzin û nebin alav di destên hêzên heremî de. Divê ew tenê ji bo berjewendiyên xwe tevbigerin û hemû liva xwe ji bo bidestxistina mafên xwe bikin.
Di civîna KNK’ê de li ser rola dewleta Tirk jî hate rawestandin. Hewledana dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê ya ji bo rêlibergirtina nasîna nasnameya Kurd li Sûriyeyê hate axaftin. Destên dirêj yên dewleta Tirk di nava muxalefeta Sûriyeyê de hatin deşîfre kirin. Di civînê de hate xwestin ku Kurd xwe bicivînin ser hev da ku karibin rê li pêşiya mudaxeleya dewleta Tirk bigrin û di Sûriya pêşerojê de xwedî maf û bandor bin.
Siyaseta muxalefeta Ereb ya girêdayî Tirkiyeye û bi taybet “Meclisa Stenbolê” hate anlîze kirin. Tedbîrên cidî û lezgîn li dijî vê muxalefetê û siyasetê wê hatin xwestin. Tiştê balkêş ew bû ku hemû kesên amede li ser mafên Kurdan û nasîna nasnameya Kurdî sekinîn û xwestin ku derbarê van her 2 xalan de tu tawîz neyên dayin.
Gavên ku KNK biavêje
Bi ya min gavên ku KNK’ê divê niha bi lezgînî bike ev in:
Lidarxsitina pêwendiyan bi hêzên rojava re, da ku di zûtrîn dem de yekîtiyek xwe ava bikin.
Divê hêzên Kurdistanî bi insyatîvek hevbeş û di bin sêwana KNK’ê de wê rolê bilîzin ku hemû hêzên rojava li ser yek helwest û xwestekê li hev bikin.
Divê helwest ji muxalefeta Ereb ya girêdayî Tirkiyê û AKPê were stendin.
Di vê qonaxa dîrokî de ku Kurdên Rojava rastî metirsiyên cidî û tahlûke tên, pêwîstî bi alîkariya tevahiya netewa Kurd heye. Ji bo parastina Kurdên Rojava û bicihanîna mafên wan di Sûriyeyêk demokrat û azad de, pêwîstî bi alîkariya siyasî, diplomasî, diravî û eskerî ya tevahiya hêzên mezin yên netewa Kurd heye.
Di civîna KNK’ê de xuya bû ku cihekî taybet yê Kurdên Rojava li cem tevahiya hêz û partiyên netewa Kurd heye. Ji ber hindê dê hemû hêz alîkarê Kurdên Rojava bin. Eger Kurdên Rojava alîkariyê ji netewa Kurd bistînin, dê karibin bi şêweyekî baştir li ber xwe bidin.
Sûriyeyê wek welat bi şerekî navxuyî re rû bi rû ye. Gelek dest ketine nava gewdê vî welatî. Her hêzêk heremî û beşekî gelê Sûriyeyê destek dike. Ev welat bûye meydana şerekî heremî yê mezin. Ji ber hindê, divê Kurdên vî beşî bê xwedî nemînin. Divê netewa Kurd bi hemû imkanên xwe bi wan re alîkar be.
Eger Kurdistana rojava bi ser bikeve û siyaseta inkar û imhaya ya nationalîzma Ereb bi wî şêweyê şofînî bin bikeve, dê ji bo doza netewa Kurd destkeftiyek mezin be. Dê ji bo siyaseta inkar û şer ya dewleta Tirk têkçûnek dijwar be. Dê ji bo Iranê jî têkçûnek be. Jixwe dê hizra nijadperest ya li Iraqê serdeste jî qelis û ziîf bibe.
Bi gotinek din Rojavayê Kurdistanê niha bûye stûna konê netewa Kurd. Eger ev stûn bilind bibe tevahiya kon vedibe û bilind dibe. Eger ev stûn nizim bibe û bikeve, tevahiya konê Kurdan dikeve…
Civîna KNK’ê û rewşa Kurdên Rojava..