Endamên komîteya Jin a KNK’ê bi armanca bihêzkirina pêwendiya di navbera jinên Kurd de û nirxandina rola jinê di pêkanîna yekrêziya netewî de serdana nûnerên jin ên Tevgera Goran kirin. Di hevdîtinê de li gel nirxandina girîngiya rola jinê di yekrêziya Kurd de, rola jinê ya pêşeng a di nava partî û rêxistinên Kurd de jî hate guftûgokirin.
Di nava şandeya komîteya Jinê ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) de Şehla Hafît, Perwîn Ezîz, Perwa Elî û Zeynep Mistafa cih girtin. Şandiyê li Silêmaniyê serdana Nûnerên jin ên Tevgera Goran kir. Şandeya jinan a KNK’ê ji aliyê Endamên Civata Giştî ya Goran Nesrîn Cemal û Sera Feqî Xidir, Endama Odeya Hilbijartinê Tanya Osman û Endama Peywendiyên Siyasî ya Tevgera Goran Nexşe Ehmed ve hate pêşwazkirin.
Şandeya KNK’ê nêzî mehekê ye li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina destkeftî û pêkanîna yekrêziya di nava hêzên siyasî û pêşeng yên Kurd de rêzehevdîtinan pêktîne. Şandeya KNK’ê ji bilî partiyên siyasî, hevdîtinê li gel pêkhateyên cûda yên Kurdistanê û rêxistinên jin jî dike.
ROJNEWS/SILÊMANÎ