Hinek rayedarên PDK’ê, Fermandarê Tabûra pêşmergeyên PDK’ê Emir Fuce û bi serpereştiya Qasim Şeşo doh danê sibehê li Şerfedîn civiyan. Armanca sereke ya vê civînê jî sorkirina gelê Êzîdî ya li hemberî gerîlayên HPG û PKK’ê yên di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de di hewara gelê Êzîdî çûn û pêşî li qirkirina gelê Êzîdî girtin û bi hezaran Êzîdî ji komkujiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Plana PDK’ê ye
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih li ser civîna li Şerfedîn hatî lidarxistin û têkildarî armanca vê civînê axivî û got: “Serok eşîrên Êzîdiyan, kesên navdar, kesên di civaka Êzîdî de xuya ne û bandora wan heye tevlî vê civînê nebûne. Ji ber vê yekê ev civîn tenê plana aliyê PDK’ê ye.”
Nikare li ser navê gelê Êzîdî û Şengalê biryar bigire
Xidir Salih destnîşan kir ku hîna beşek mezin a gelê Êzîdî li derve ye û heya ew vedigerin Şengalê biryara derketina PKK’ê wê gel bide û wiha domand: “Kesên mîna Qasim Şeşo tê zanîn aligirê kê ne, lewra jî ew nikare li ser navê gelê Êzîdî û Şengalê biryar bigire. Lewra jî dema gelê Êzidî vegeriya Şengalê û Şengal bi temamî ji çeteyan rizgar bû, wê demê biryar û îrade ya gel e ku wê ji Şengalê kî derkeve, gel bi xwe biryar bide.”
Gelê me neyên lîstikên PDK’ê û Barzanî
Xidir Salih ragihand ku ev civîn parçeyek ji propagandaya qirêj dijî gelê wan e û got:”Tenê daxwaza vê civînê ew e ku gel li hemberî gel, rêxistin li hemberî rêxistinan derkevin û gelê Êzîdî werin kuştin. Em hêvî dikin gelê me û kesên dibêjin em Êzîdî ne, neyên lîstikên PDK’ê û Barzanî.”
Bang li Bavê Şêx
Serokê Mecisa Avaker a Şengalê Xidir Salih di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: ”Bavê Şêx cihekî wî yê giring di nava civaka me ya Êzîdî de heye. Her kes qimetek mezin dide Bavê Şêx. Em ji Bavê Şêx daxwaz dikin ku nebe parçeyeke siyaseta aliyên qirêj. Ji ber armanca di vê civînê ya derxistina PKK’ê ji Şengalê, dixwazin jenosidê paşda bixin. Kesên 3’ê Tebaxa 2014’an xiyanet kirin li dadgehên navneteweyî neyên darizandin.”
RIZGAR DENÎZ / ROJNEWS / ŞENGAL