Tevgera Gorran û Komela Îslamî biryar dan ku beşdarî rûniştina doh a parlamena Herêma Başûrê Kurdistanê nebin. Koma Tevgera Gorran û Koma Komela Îslamî ya Kurdistanê li parlamena herêma Kurdistanê ragihandin ku ew ê beşdarî rûniştina parlamenta herêma Kurdistanê ya biryare doh êvarê li Hewlêrê pêk bê, nebin.

Saeta nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê mû parlamen bi beşdariya parlemanterên PDK´ê, hin parlamenterên YNK´ê, Yekgirtûyî Îslamî bicive. 

Tevgera Gorran û Komela Îslamî bi xwe bi daxuyaniyên cûda ragihandin ku wan biryar daye beşdarî rûniştina parlamenê nebin.

Berdevkê Tevgera Gorran Şoreş Hacî jî sedema beşdarnebûna partiya xwe bi van gotinan îfade kir, “Parlamen ne bi rêbazên qanûnî û li gorî proseyeke qanûnî tê vekirin. Yanî bi rêbazên ne tendurist tê vekirin. Ev jî rewatiyê nade lihevkirinên di nava parlamenê de û nayê wateya yekîtiyeke nîştîmanî.”

 

Civîna du partiyên desthilat

Serokê koma Komela Îslamî ya Kurdistanê, Merwan Gelalî jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ji ber ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser nexşerêyeke ji bo dema pêş li hev nekirine, koma Komela Îslamî ya Kurdistanê beşdarî rûniştina îro, ya parlamentoyê nabe.”

Komela Îslamî wekî din got, divê aliyên siyasî li ser nexşe rêyeke ji bo paşerojê li hev bikin: “Rûniştina parlamenta herêmê ya îro ji aliyê du partiyên desthilat ên herêma Kurdistanê ve tê kirin.”

 

Cefer Îbrahîm parlamenê bi rê ve dibe 

Cîgirê Serokê Parlamena Kurdistanê Cefer Îbrahîm Êmînkî da zanîn ku ew ê rûniştina saeta nûçe amade dibû, diviya destpê bike, bi rê ve bibe. Êmînkî got, di rûniştinê de ew ê sekreterekî jî ji bo parlamenê hilbijêrin.

Ji aliyê din ve Cîgirê Serokê Fraksiyona PDKê li parlamenê Mihemed Elî Yasîn jî got, sekreterê bête destnîşankirin dibe Seroka Fraksiyona YNK´ê Bêgerd Talebanî be.


Ji YNK´ê 6 kêm in

Li aliyê din 6 parlamenterên YNK´ê ji ber sedemên cuda weha diyar bû ku wê beşdarî rûniştinê nebûna.  

Parlamenterê YNKê Goran Azad ji ber ne li Kurdistanê ye, beşdar nabe. Ferhad Sengawî bi biryara Polîtbûroya YNK´ê ji partiya xwe hatiye dûrxistin, lewma beşdar nabe.

Herwiha tê gotin, ku Geşe Dara, Qadir Rêzgeyî û Meryem Semed ku ji bo hilbijartinên dema pêş di lîsteya Berhem Salih de ne, herwiha parlamenter Awat Şêx Cengî jî bi biryara Lahûr Şêx Cengî dihat payîn ku beşdarî rûniştina doh nebin. 

Parlamen bi biryareke yek alî di 8’ê Cotmeha 2015’an ji aliyê PDK´Ê ve hatibû girtin û serokê parlamenê jî bi awayekî pratîkî ji wezîfe hatibû girtin. Doh êvarê jî ne li ser esasê li hevkirina hemû partiyan lê, bi daxwaza her du partiyên sereke PDK û YNK´ê parlamen vedibe. 


 HEWLÊR / SILÊMANÎ