Civîna rêveberiya nû ya PADÊ li dar ket
Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) piştî 2. kongreya xwe yekemîn civîna xwe li dar xist. Di civînê de Emer Saleh careke din bû Serok PADÊ'yê.
20'ê Comtehê 2. Kongreya PADÊ bi beşdarbûna 300 delege û mêvanan pêk hat. PADÊ piştî 2. kongreya xwe doh li bajarokê Xanesorê ya Şengalê civîna xwe ya yekemîn çêkir. Piştî civînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê serok û cîgirên nû yên PADÊ'yê hatin eşkerekirin.
Emer Saleh dîsa bû serok
Serokê PADÊ'yê yê berê Emer Saleh dîsa hat hilbijartin, her wiha Azad Ebdal ku ji xelkê Başîka ye wek cîgirê yekem û Xemê Berkat a ku 3 salan dîl di destê DAIŞ'ê de mabû, piştre hatibû rizgarkirin jî weke cîgira duyemîn hate hilbijartin.
Serokê PADÊ'yê Emer Saleh di civîna çapemeniyê de axivî û got, "Em careke din soza xwe ya ji bo xizmeta gelê xwe nû dikin. Heta ku em hemû mafên gelê xwe bi dest nexin, em ê kar û xebatên xwe dewam bikin."
Her wiha Emer Saleh bang li hemû partiyên Êzîdiyan kir ku destên xwe bidin hev, yekîtiya xwe bihêz bikin û neyên xapandin.
Ez sê salan di destê DAIŞ'ê de mam
Cîgira Serokê PADÊ'yê Xemê Berkat jî got, "Ez wek keçeka Êzîdî ku 3 salan di destê DAIŞ'ê de mam, ez soz didim heta dawî tişta ku ji destê min bê, ji bo gelê xwe û bi taybetî ji bo jinên di destê DAIŞ'ê de dîl in, bikim." ŞENGAL / ROJNEWS