KNK’ê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî de li navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê ji bo welatiyan civînek li dar xist.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) doh li salona Rewşenbîrî ya navçeyê ji bo rewşenbîr, rêveberên navendên deverê û xelkê semînerek li ser yekîtiya neteweyî li dar xist.
Di semînerê de Endama Desteya Rêveberiya KNK’ê Perwîn Ezîz wiha axivî û got, “Piştî 5 konferansên li hemû parçeyan û Ewrûpa, wê konferansek din bi armanca pêkanîna lijneyekê, bi tevlîbûna hezar kesan bête lidarxistin. Li gorî wê, biryar wê li ser lidarxistina kongreya neteweyî bête dayîn.”
Metrisiya li ser desketiyan
Endamê Desteya Rêveberiya KNK’ê Yusif Hesen jî got, “Li Rojhilatê Kurdistanê jî di rewşeke aloz heye. Şerekî mezin li herêmê heye û gelê Kurd jî bûye navenda wî şerî. Li rexmê berxwedana hêzên lehengên Kurdistanê, heta niha destketiyên Kurdan dibin gef û metirsiyê de ne.”
Di semînerê de Endamên KNK’ê 21 xalên presîb pêşkêşî raya giştî kirin. Li gorî wê, pêwîst e hêz û tevgerên neteweyî li ser wê biryarekê bidin. Di xalan de hatiye diyar kirin ku yekîtiya neteweyî, berjewendiyên neteweyî li ser berjewendiyên hizbî re ye.
Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Seyîd Ekrem jî got, “Ji niha ve ku em yekîtiyeke neteweyî çê dikin, ew diçe nav qalibê yekîtiyeke nîştimanî. Ji ber wê me bi dehan konferans ji bo hindikahiyên neteweyî û olî li dar xistiye û em ê dewam jî bikin. Her hindikahiya neteweyî û olî projeyên xwe hene.”
ROJNEWS / ÇEMÇEMAL