
Daxuyanî têr nakin
Turk da xuyakirin ku Kobanê ji bo Kurdan bi qasî Kerkûkê girîng e û bang li Kurdên li çar parçeyan siyasetê dikin kir ku di nava yekitiya neteweyî de tevbigerin. Turk diyar kir ku tê xwestin Kurd li Kobanê bên qirkirin û anî ziman ku tevî vê rewşê jî ew bêdengiya rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdan fêm nake, ev bêdengî bi tu awayî nayê ravekirin. Turk ragihand ku cudabûna siyasetê nabe sedema bêdengiyê û got, "Feraseteke bi vî rengî êdî Kurd qebûl nakin. Eger li cihekî gelê te tê qetilkirin, tuyê li wir be û gelê xwe biparêzî. Di ola me de jî ev bi vî rengî ye, eger li deverekê zilm hebe û eger hûn li pêşberî vê zilmê bêdeng mabin, hingî hûn hevparê vê zilmê ne. Kes nikare gunehê hevparbûyîna li zilma li gelê xwe hilgire ser milê xwe." Turk herî dawî got, "Kobanê Kerkûk e, Kerkûk Kobanê ye" û bang li tevahiya Kurdan kir ku di nava feraseta yekitiya neteweyî de bi hev re li ber xwe bidin. Ahmet Turk bang li PDK û hemû rêxistinên Kurdan kir ku cudahiyên xwe yên îdeolojîk û siyasî deynin aliyekî û destekê bidin berxwedana Kobanê.
DIHA/MÊRDÎN